Sunday, June 7, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Materyalên Rêveberiya Xweser derbasî dibistanan dibin

29/06/2018
in Uncategorized
A A
Materyalên Rêveberiya Xweser derbasî  dibistanan dibin
Share on FacebookShare on Twitter

Mûduriyeta Perwerde û Fêrkirinê ya herêma Dêrikê ji bo mamosteyan dewreyên perwerdê vekirin. Wê mamoste bi riya van dewreyan perwerdê li ser meteryalên dibistana seretayî heyanî dibistana amadehî bibînin.
Li Herêma Cizîrê 21 hezar mamoste li ser meteryalên dibistana seretayî heyanî dibistana amadehî perwerdê dibînin. Ev perwerde ji aliyê Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya herêma Cizîrê ve hatiye birêxistinkirin.
Mûduriyeta Perwerde û Fêrkirinê ya bajarê Dêrikê jî dest bi dewreyên perwerde yên mamosteyan kiriye û niha hezar û 93 mamoste li ser meteryalên perwerde yên nû perwerdê dibînin. Piştî ku dewreyên perwerdê bi dawî bibin wê mamoste li ser dibistanên herêma Dêrik, Koçeran û Beravê werin belav kirin.
MATERYALÊN RÊVEBERIYA XWESER
Li herêma Cizîrê li hemû dibistanên seretayî heyanî dibistana amadeyî refa 11`emîn dê şagirt merteryalên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk yên nû bixwînin. Hemû pêkhate dê meteryalê nû bi zimanê xwe yê dayîkê bixwîne. Meteryalên refa 12`emîn a dibistanan amadehî hîna nehatine amade kirin.
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk dema ku dest bi xebatên amadekirina meteryalên nû kir ji dibistana seretayî dest pê kir, par jî meteryalên dibistana navîn hatin amadekirin û îsal jî meteryalên dibistana amadehî heyanî refa 11`emîn hatine amadekirin. Ji bo sala nû ya xwendinê meteryal heyanî refa 11`emîn hatine amadekirin û ji bo refa 12`emîn jî Rêveberiya Desteya Perwerde û Fêrkirinê Menal Mihemed da zanîn ku Desteya Perwerde û Fêrkirinê niha amadekarî dike ku Zanîngeha Rojava fireh bike, şaxên wê zêde bike û avahiyên nû lê bikin da ku şagirtên refa 12`emîn jî dest bi xwendina meteryalên nû yên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bikin.
XALÊN NÛ HATIN ZÊDEKIRIN
Di meteryalên nû de madeyên zanist û wêje hatine amadekirin, niha mamoste jî li ser madeyên meteryalên nû weke dîrok, erdnîgarî, bîrkarî, fîzîk û kîmya, zimanê Erebî, zimanê Kurdî û Îngilîzî, mûzîk, resim û werzîşê têne perwerde kirin.
Rêveberiya Xweser pirtûka netew û ol ji meteryalê nû rakiriye û şûna wê li ser meteryalên dibistana seretayî madeya `islûb û rêbazên perwerdekirinê` zêdekiriye û madeyên `çand û exlaq, zanista civakî, islûb û rêbazên perwerdekirinê, zimanê gerdûnê û jineolojî` li ser meteryalên dibistana navîn û amadehî hatine zêdekirin. Her wiha tê nîqaşkirin ku şûna madeya ol madeyekî bi navê `dîroka ol û baweriyên gelan` were zêdekirin.
PÊKHATE WÊ BI ZIMANÊ XWE BIXWÎNIN
Li Bakurê Sûriyê û Rojava zimanê Suryanî, Kurdî û Erebî zimanên fermî ne ji ber vê yekê Rêveberiya Xweser meteryalê nû bi her sê zimanan amade kiriye.
Niha mamoste li ser meteryalên bi zimanê Kurdî û Erebî têne perwerde kirin û amadekarî tê kirin ku mamoste li ser meteryalên zimanê Suryanî jî werin perwer kirin. Ji bo meteryalên zimanê suryanî navendên taybet hene dê Desteya Perwerde û Fêrkirinê û Komeleya Çandî ya Suryanî van navendan organîze bikin.
PERWERDEYÊN
MAMOSTEYAN DU MEH IN
Li gorî bernameya Desteya Perwerde û Fêrkirinê wê mamoste demsala havînê du mehan perwerde li ser hevdû bibînin da ku bikaribin meteryalên nû bidin şagirtan. Her wiha Rêveberiya Xweser mamosteyên ku meteryalên rejîmê didan pêşwazî dike. Rêveberiya Xweser dê wan mamosteyan di ezmûnan re derbas bike û mamosteyên dikarin perwerde bidin qebûlbike.
HEDEF AVAKIRINA
KESAYETE
Li gorî sîstema xwendinê ya Rêveberiya Xweser di pêvajoya seretayî de asta şagirt çi qasî xerab be ew di refa xwe de namîne û dê refa xwe derbas bike. Rêveberiya Desteya Perwerde û Fêrkirinê Menal Mihemed Emîn anî ziman ku eger şagirt di dibistana seretayî de têkbiçe dibe sedema bandoreke neyînî li ser piskolojiya wî bike û wiha berdewam kir:˝ Di pêvajoya dibistana seretayî de em şagirtan ji hemû aliyan ve perwerde dikin û hedefa me avakirina kesayeta şagirtane˝.
ZEHMETÎ DERBAS BÛN
Menal Mihemed Emîn anî ziman ku ew niha 20 hezar mamoste li ser meteryalên nû amade dikin û got: ˝Me di pêvajoyên destpêke yên xwendinê gelekî zehmetî kişand lê belê me ew zehmetî derbas kirin˝.
Ji bo malbatên şagirtan jî Menal Mihemed Emîn wiha got: ˝Ji pêşeroja zarokên xwe netirsin, êdî tecrûbeyên me yên xwendinê ji yên rejîmê zêdetir bûne. Me di pêvajoya destpêke ya xwendinê de gelekî zehmetî kişandin lê belê em niha gihîştine pêvajoya vekirina zanîngehan˝.
REXNE DIHATIN KIRIN
Opozisyonê di bin navê mamoste ne pisporin û meteryalên Rêveberiya Xweser nayên qebûlkirin, her tim Rêveberiya Xweser rexne dikir. Partiyên weke ENKS`ê û hinek aliyên girêdayî rejîma Sûriyê dixwestin li pêşiya meteryalên Rêveberiya Xweser bibin asteng.
Mamosteyê bîrkarî ê bi navê Mihemed Qedrî ku diploma li zanîngehê rejîma Sûriyê girtiye 12 salan mamostatî li gel rejîmê kiriye niha jî tevlî dewreyên perwerde yên mamosteyên Rêveberiya Xweser bûye. Mamoste Qedrî wiha got: ˝Meteryalên Rêveberiya Xweser gaveke baş e û eger di pêşerojê de danûstandin di navbera Rêveberiya Xweser û rejîma Sûriyê li ser destûrê were kirin, mirov dikare meteryalê xwendinê yê Rêveberiya Xweser têxe destûra Sûriya pêşerojê˝.
Mamoste Qedrî bang li hemû mamosteyên meteryalên rejîma Sûrî didin kir da ku tevlî dewreyên perwerdê yên Rêveberiya Xweser bibin û li ser meteryalên nû perwerdê bidin şagirtan.
Mamoste Qedrî li bajarê Qamişlo li ser madeya bîrkarî ya meteryalên Rêveberiya Xweser perwerde dît û niha li herêma Dêrikê komên mamosteyan li ser meteryalê Rêveberiya Xweser perwerde dike.
DIVÊ EM ZÊDE XWE
PERWERDE BIKIN
Têkildarî meteryalê xwendinê yê Rêveberiya Xweser mamoste Mihemed Qedrî got:˝ Meteryalê Rêveberiya Xweser ji yê rejîmê baştir e. Lê belê hîna pêdiviya me heye ku em hîn zêdetir li ser vî meteryalê nû xwe perwerde bikin. Tecrûbeya me ya meteryalan hîna nû ye û divê em hîn zêdetir di karê xwe de pispor bibin˝.
Cûdahiya di navbera meteryalên rejîma Sûriyê û meteryalên Rêveberiya Xweser mamoste Qedrî wiha şîrove kir: ˝Zanist di hemû zimanan de zaniste lê belê ez niha bi zimanê kurdî fêrî têgehên zanistî bûm û ev ji bo min tiştekî nû bû. Tişta baş em bi zimanê xwe fêrbibin û bidin fêrkirin. Berî niha em bi zimanê erebî fêrî têgehên zanistî bûn, niha em bi zimanê xwe zimanê kurdî fêrî têgehên zanistî dibin. Ez bi vê yekê gelekî kêfxweşim û perwerdeya me ya li ser meteryalên Rêveberiya Xweser gelekî baş derbas bû. Li dibistanên me rakirina meteryalên rejîma Sûrî û li ser meteryalên Rêveberiya Xweser xwendin berdewam kirin gavekî gelekî baş bû. Di şoreşê de bi zimanê kurdî fêrkirin erkekî exlaqî ye ku ji me têxwestin˝.
DIVÊ PERWERDE
DEWAM BIKE
Mamoste Ezîz El-Ezîz bi zimanê Erebî li ser meteryalên Rêveberiya Xweser perwerde dibîne. Ezîz got: ˝Di meteryalên rejîma Sûriyê de mirov fêrî her tiştî nabe, çarçoveya wê diyar e lê belê bi riya meteryalên Rêveberiya Xweser min kevneşopî û çanda gelên curbecur naskir. Ji ber vê yekê divê dewreyên perwerdê yên mamosteyan berdewam bikin. Em ê bi riya van dewreyên perwerdê yên mamosteyan bighîjin asteke hîn baştir.˝

ShareTweetPin

Herî Dawî

CIWAN DÎNAMÎKÊN PÊKANÎNA SERKEFTINA ENTEGRASYONA DEMOKRATÎK IN
HAJMARA PDF

CIWAN DÎNAMÎKÊN PÊKANÎNA SERKEFTINA ENTEGRASYONA DEMOKRATÎK IN

07/06/2026
QUNCIK NIVÎS

Gelo wê lêvegera Kurdan ava bibe!

07/06/2026
‘Piştî azadbûnê em bi hêztir bûne’
CIVAK Û JIYAN

‘Piştî azadbûnê em bi hêztir bûne’

07/06/2026
Cotkarên kartolan li Ewropayê ziyanên madî yên mezin dibînin
CîHAN

Cotkarên kartolan li Ewropayê ziyanên madî yên mezin dibînin

07/06/2026
Koreya Bakur hilberîna Uranyomê du qat zêde kiriye
CîHAN

Koreya Bakur hilberîna Uranyomê du qat zêde kiriye

07/06/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lihevkirinên Şam-Moskovayê: Pergala kevn tê nûkirin û Sûrî ji mafên xwe bê par dimînin

07/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.