Rojnameya Ronahî

PDK di qonaxa xwe ya herî dijwar de ye

SERDEM SILO

Gelek gotebêj di warê siyasî de û heta di warê gel de îro behsa xiyaneta Partî Demokratî Kurdistanê (PDK) (malbata Barzanî), ya li hemberî qonaxa ku îro Kurdistan tê re derbas dibe (qonaxa hebûn û nebûnê) tê kirin. PDK ji 23’yê Nîsana borî ve hevkariya dewleta tirkî ya dagîrker di êrîşên wê yên leşkerî yên li dijî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li devera Zap, Metîna û Avaşîn dike.

Dewleta tirkî ya dagşrker tevî ku xwedî cebilxaneyeke bi hêz e (û endamê sereke di nava NATO’yê de ye) ji 23’yê nîsanê ve hewl dide berxwedana Gerîla li Metîna, Zap û Avaşîn bişkîne, li di encama berxwedana leheng a şervanên Hêzên Parastina Gel (HPG) û Yekîneyên Jinên Azad-Star, dewleta Tirk nikaribû li ser erdê encamekê bi dest xwe ve bîne, dibe ku hin gir bi dest xwe ve anîbin, lê nikaribû têde bimaya, ji ber ku çalakiyên Gerîla li dijî wê berdewam in.

Berxwedana Gerîla li Herêma Parastina Medya heta niha berdewam e. Di encama têkçûna dewleta Tirk ya pêşveçûna li hemberî Gerîla de û ji bo weke li Garê li pêşiya giştî cîhanê têkneşke, berê xwe da PDK’ê ku êdî ew jî eşkere hevkariya wê dike û ji bo têkçûna xwe û ya PDK’ê veşêre berê xwe da sînaryoya rûdana 5 hizêranê dema ku wesayîteke zirxî ya Pêşmergeyan hate teqandin û di encamê de 5 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dan û hin din jî birîndar bûn. Li gorî gotina birîndaran wesayîta wan ji ezman ve hate hedefgirtin, lê PDK’ê bi israr PKK’ê bi bûyerê tewanbar dike. Li aliyê din HPG’ê bi daxuyaniyekê eşkere kir ku ti girêdan û berpirsyariya wê ji vê bûyerê tune ye. Ev buyer rûdanên sala 1968’an dema ku Barzaniyê kal, Silêman Mihênî û hevalên wî kuştin, tîne bîra mirovan.

Piştî ku HPG’ê daxwaza avakirina desteyeke serbixwe kir da ku buyerê lêkolîn bikin, hejmareke parlemanterên Îraqê li gel parlemanterên Herêma Kurdistanê berê xwe dan deverên sînorî da ku buyerê ji nêz ve bişopînin. Lê ev komîteya hatiye avakirin heta niha nikare rapora xwe amade bike û pêşkêşî parlemana Îraqê bike, ji ber ku PDK’ê nehişt buyera 5’ê Hizêranê lêkolîn bike, da ku sînaryoya dewleta Tirk û PDK’ê riswa nebe.

PDK’ê ji destpêka hatina Mesrûr Baranî ya li ser desthilatdariyê ango ji nêzî du salan ve hêjî di nava malbata Barzanî de gelek nakokî berdewam in û bi taybet di navbera Mesrûr û Nêçîrvan de ya li ser desthilatdariyê ku Mesûd Barzanî nahêle Nêçîrvan desthilatdariyê bigre dest xwe, Nêçîrvan jî israr dike ku desthilatiyê di nava hikûmetê de bi dest xwe ve bîne. Gelek dosye û bi taybet dosya aborî hêjî di destên Nêçîrvan de ne û hin dosyeyên din jî di destên Mesrûr Barzanî de ne.

Hikûmeta niha ya Herêmê êdî îflas kiriye û deynên wê gihîştine 28 milyar dolar, Mesrûr jî Nêçîrvan Barzanî bi vê kombona deynan tewanbar dike, Nêçîrvan jî van tewanbariyan red dike. Ji bilî nakokiyên di nava malbata Barzanî û Talbanî û Lahor Şêx Cenkî de berdewam in. Evan nakokî jî hêjî berdewam in bi taybet piştî çokkirina dawî ya Celal Talbanî, ku Herêma Kurdistanê dabeşî du beşan bûye, aliyekî wê malbata Talbanî birêve dibe û aliyê din jî malbata Barzanî. Derketina Edhem Barzanî ji Herêmê nîşana herî ber bi çav a rewşa malbata desthilatdar li Herêmê ye.

Ji bilî van nakokiyên li jor hatine behskirin, gelek nakokiyên din ên berdewam hene. Nakokiyên di navbera Hewlêr û Bexdadê de jî tevî ku derbarê qanûna bûdceya federal de lihev kirine jî û li gorî wê Herêm para xwe ji bûdceyê %13.9 werdigire, hêjî berdewam in.

Piştî vê lihevkirinê divê Herêma Kurdistanê dahatên xwe û bi taybet yên petrol û dergehên sînorî radestî hikûmeta federal bike û li gorî wê Bexdad jî para Herêmê ji bûdceyê bişîne, lê heta niha Hewlêrê dînarek jî radestî Bexdadê nekiriye. Parlemanterê serbixwe yê parlemana Îraqê Mensûr El-Bihêcî di hefteya borî de piştrast kir ku radestkirina hikûmeta Herêma Kurdistanê ji pereyan re derveyî lihevkirina ku pêkhatiye û di bûdceya îsal de hatiye erêkirin, talankirina pereyên parêzgehên din e û çi aliyek van pereyan xerc bike dê li pêşiya hemûyan li hemberî qanûnê berpirsyar be.

Daxuyaniyên El-Bihêcî asta nakokiyên di navbera Bexdad û Hewlêrê de piştrast dike, ku hêjî şandeya Herêmê hevdîtinên xwe li Bexdadê dide meşandin da ku Bexdad pereyan bişîne Herêmê, Hikûmeta El-Kazimî jî nikare ti pereyan bişîne ji ber ku ji berteka bilokên siyasî yên di li Îraqê û bi taybet Şîa ditirse.

Dema ku em buyerên li Herêmê rû didin tînin ber çavên xwe, em dibînin ku ji bo PDK’ê di desthilatdariyê de bimîne xwe bi temamî firotiye dewleta Tirk a dagirker, daxuyaniya Edhem Barzanî jî ku dibêje: “Ez nikarim di bin banê dewleteke dagirker de bijîm” vê rastiyê piştrast dike. Her wiha daxuyaniyên nefermî ku di warê siyasî de li Herêmê derketine yên girêdayî tevgera PDK’ê li deverên sînorî asta pêdaçûna PDK’ê di gelek dosyên girîng de piştrast dike û ji bo PDK’ê xiyaneta xwe veşêre bi hemû rêbazan hevkariya dewleta Tirk a dagirker dike.

Em dibînin ku herdu partî PDK’ê bi serkêşiya Mesûd Barzanî û AKP’ê bi serkêşiya serokê Tirkiyê yê niha di dijwartirîn qonaxên xwe de ne û ji bo aloziya xwe derbixin derve û herikîna buyeran bidin guhertin, êrîşî Herêma Parastina Medya dikin. Lê tevî hemû hewldanên wan dîsa jî dimîne gotina dawî ya berxwedan û çalakiyên HPG’ê ye da ku pilana PDK’ê û dewleta Tirk bêne têkşikandin.

Rastiya PDK’ê weke hemû xayînên di dîrokê de dê were eşkerekirin, çawa ku pêxember Yûsif rastiya perestgeha Emûn eşkere kir, bê guman gelê Kurd jî dê rastiya xiyaneta PDK’ê eşkere bike û berxwedana HPG’ê û Yekîneyên Jinên Azad dê bigihîje lûtkeya xwe.