Rojnameya Ronahî

Emîne Umer: “Itîlaf” girêdayî berjewendiyên dewleta tirkî ye

Hevseroka MSD`ê Emîne Umer girêdayî banga ‘Itîlafê’ got, “Itîlaf ji destpêka di destê Tirkan de bûyî kartek ku dewleta tirkî li gorî berjewendiyên xwe bi kar tîne, ti tişt ji gelê Sûriyê re nekiriye.

Serokê “Itîlafa Sûriyê” Nesir El-Herîr roja Duşema borî di civîneke çapemeniyê de li bajarê Stenbolê bang li dewleta tirkî kiribû ku destwerdana leşkerî bi çeteyên “Artêşa Niştîmanî ya Sûriyê” re bike û derbasî Til Rifet, Minbic û tevayiya herêmên Sûriyê bibe.

Emîne Umer di civîna Nivîsgeha Jinan ya MSD`ê ya li navçeya Dirbêsiyê de diyar kir ku van bangan red dikin û got, ev bang binpêkirina qanûnên navneteweyî ye.

Emîne Umer herwiha da zanîn ku MSD ji bo hevbeşiya nêrînên hêzên mûxalif û demokratîk bi riya lidarxistina kongreyan û heta çareserkirina aloziya Sûriyê bi hevkariya navneteweyî dixebite.

ANHA