Rojnameya Ronahî

21’ê Hezîrana 1908’an: Li Londonê çalakiya ‘Bazara Jinê’ pêk hat

Li Londona Ingilistanê bi sedhezaran jinan ji bo mafê bijartin û hilbijartinê di 21’ê Hezîrana 1908’an de meşek li dar xist. Yekîneya Siyasî û Civakî ya Jinên Birîtanyayê (WSPU), du mehan beriya meşê dest bi xebatê kiribû. Nêzî 300 û 500 hezar jin tevlî meşê bûn. Meş li hemberî gotinên serokwezîr Herbert HenryAsquith bû bersivek. Serokwezîr li di jî dengdayîna jinan derdiket. WSPU ji her çar welat ji bo piştevaniyê bi trênê hevdîtin pêk anîn.

1734: Marie Joseph Angelique li Kanadayê li dijî koletiyê serî rakir û bû sempolek. 10’ê nîsana 1734’an de 45 xanî hatin şewitandin, Marîe ji wan şewatan berpirs hat dîtin û di 21’ê hezîrana 1734’an de hat darvekirin. Cesedê Marie hat şewidandin. Gelek lêkolînvanan dan zanîn ku berpirs ne Marie ye. Serhildana Mariayê ya ji bo azadiya koleyan bû qêrînek.

1870: Clara Îmmerwahr a ku cara yekê wek jin nasnava doktoraya kimyayê girt îro hat dinê. Calara parazvaniya mafên jinan dikir û li dijî şer her tim di nav tegerê de bû. Di sala 1901’an de Fritz Haber re zewicî, Fritz di 1’emîn Şerê Cîhanî de ji bo Arteşa Elman hilberîna çekên kîmyevî dikir. Li dijî wê nakokiyê Clara di sala 1915’an de dawî li dijiyana xwe anî, xwekuştina wê demek dirêj bû sedema nîqaşan.

1914: Nivîskar û  aktîvîsta aştiyê ya Avusturyayî Berhavon Suttner a ku Xelata Aştiyê ya Nobelê girtibû îro jiyana xwe ji dest da. Romana wê ya yekem jî “Dev ji çekan berdin” bû.

1919: Di hilbijartina giştî ya Ermenîstanê 3 jin wek parlamenter hatin bijartin.

1997 : Musabakaya yekem a Yekitiya Basketbol a Jinan (WNBA) pêk hat û lîg di 22’yê nîsana 1996’an de hatibû avakirin.

2001: Di 10-11’ê hazîranê de komcivîna “Ji devavêtin, destavêtin û destdirêjiyê re na” pêk hat. Di sala 1997’an de ji hêla Yekîtiya Jinên Kedkaran (EKB) ve bi sernavê “Ji şideta zayendî re na” kampanyayek dabûn destpêkirin. Di çarçoveya kampanyayê de komcivînek pêk hat. Ji Elmanya, Swîsre û Ingilistanê jî jin tevlî komcivînê bûn. Jinan di komcivînê de işkence û destdirêjiya di bin çavan de teşhir kir. Ji ber sedema komcivînê derbarê 19 jinan de di 21’ê hezarana 2001’ê de doz hat vekirin.

 

JINNEWS