Rojnameya Ronahî

Ji dayîka Hevrîn peyamek ji bo dayîka Deniz: Wê bi hezaran Hevrîn û Denizwerin

Dayîka Hevrîn Xelef Sûad Mistefa sersaxî ji malbata Deniz Poyraz re xwest û ev peyamek ji dayîka wê re şand: “Bila vê baş bizanin, Hevrînek û Denizek ji nava me çûn, lê wê bi hezaran Hevrîn û Deniz rabin li dijî wan serî hildin û mafê xwe biparêzin.”

Di 17 vê mehê de ji aliyê kûjer û çeteyê bi navê Onur Gencer ve xebatkera HDP’ê Deniz Poyraz di avayiya partiyê de li Izmîrê bi xwînxwarî hat kuştin. Kûjer piştî kuştinna Deniz Poyraz wêneyê wê yê di nava xwînê de li ser profila xwe ya whatsapê par ve kir. Li dijî vê bûyerê dayîka Deniz Poyraz bang kiribû û gotibû, Denizek çû wê bi hezaran Deniz werin.

Ev banga Fehîma Poyraz berî 3 salan dayîka Sekretera Giştî ya Partiya Sûriya Paşrojê Şehîd Hevrîn Xelef ku li ser riya M4 ji aliyê çeteyên dewleta tirkî ya dagîrker ve hatibû kuştin, Sûad Mistefa di merasima keça xwe de kiribû û gotibû, wê bi hezaran Hevrîn werin.

Gelek xalên hevbeş yên biêş û di heman demê de helwestên têkoşerî, berxwedan û lehengiyê hene ku wan her du dayîkan tînin cem hev. Her çiqas sînor di navbera erdê Kurdistanê de hatibe danîn jî dayîka Hevrîn Sûad Mistefa ji bajarê Dêrikê sersaxî ji Fehîma Poyraz re xwest û got, em kela dilê te hêrsa te ya li hemberî dijmin his dikin, lê digel wê êşê jî em bi zarokên xwe serbilind in.

`BI ZILMÊ NEFRETA ME XURTTIT DIBE`

Heman kujerên Hevrîn Xelef kuştîn Deniz Poyraz jî kuştin. Dijminên jinan, piyonên desthilatdariya faşîst ya AKP/MHP ne. Li dijî van sûcên dagîkeran Sûad Mistefa bi serbilindî da zanîn ku zilim nefreta wan ji bo dijminên Kurdistanê mezintir dike û got, em bi her awayî kuştina jinan şermezar dikin. Bi kuştin, destgîrkirin û girtina jinan nefreta jinan xurttir û zêdetir dibe. Di hundirê partiyê de bi 6 guleyan hat kuştin. Di şexsê hevala Deniz de mirovayî tine kirin. Ji ber wê jî em bang li sazî û rêxistinên mafê mirovan dikin ku êdî helwesta xwe zelal bikin. Eger wiha bêdeng bimînin tê wê wateyê ku ew jî şirîk in.

“ÊDÎ HELWESTA DAYÎKAN BIBÎNIN”

Deniz Poyraz berî bê kuştin li ser maseyê wê xwarin nîvî maye. Hevrîn Xelef jî dema hatî kuştin nivîsa di destê wê de nîvî mabû. Jinên têkoşêr û azadîxwaz, ji bo xeyalên wan pêk bînin û hêrsa li dijî dagîrkeran diyar bikin ev çend roj in di nav çalakiyan de ne. Derbarê kuştina jinan ji aliyê dewleta tirkî ve heta niha ti saziyên mafê mirovan helwest raber nekirine. Sûad Mistefa ev bêdengiya saziyan şermezar kir û wiha got: “Hevrîn û Deniz guleyek jî neavetibûn dewleta tirkî. Rêsxistinên mafê mirovan qaşo dibejin derî tev ji siyasetmedaran re vekirî ne. Lê mixabin her du siyasetmedar di deriyê aşitiyê ku tê re dimeşiyan de hatin kuştin. Êdî helwesta dayîkan bibînin. Guh û çavên xwe vekin êdî bes e bila kezeba dayîkan neşewite.”

“WÊ BI HEZARAN HEVRÎN Û DENIZ RABIN LI DIJÎ WAN SERÎ HILDIN”

Sûad Mistefa bi hevoka `Hevrînek û Denizek ji nava me çûn wê bi hezaran Hevrîn û Deniz bên` asta domandina têkoşînê diyardike. Di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Dagîrker jinan wek mertal li pêşiya xwe dibînin û difikirin ku eger jinên têkoşer tine bikin wê vîna wan jî tine bikin. Ji ber wê êrişî jinên pêşeng dikin. Berê digotin `jin darê şkestî ye` ango ne temam e, lê niha dibêjin şêr şêr e çi jinê çi mêr e. Lewra hêza jinan dîtin. Jinan niha heqîqet û rastiya xwe û ya dijmin baş nas kiriye. Ji bo wê wê ti carî serî li hemberî êrişên dijmin daneyni. Erê Hevrînek û Denizek ji nava me çûn, lê bila bizanin ku wê bi hezaran Hevrîn û Deniz rabin û li dijî wan serî hildin û  ji bo mafê xwe têbikoşîn.”

“DAYIKA DENIZ, EZ JÎ DAYÎKA HEVRÎN IM, SERÊ ME WÊ HER BILIND BE”

Sûad Mistefa bi riya ajansa nûçeyan Hawar peyama sersaxiyê ji Fehîme Poyraz dayîka Deniz Poyraz re şand û wiha got: “Dayîka Deniz bila serê te, yê malbatên şehîdan û bi taybetî yên jinên Kurd yên aştîxwaz û têkoşer sax be. Xwedî wê helwesta xwe ya hêja be. Ez wê kela dilê te û hêrsa te ya li hemberî dijmin baş his dikim, lê bila serê me bi zarokên me bilind be. Dayika Deniz, ez jî dayîka Hevrîn Xelef im. Kujerê Hevrîn û Deniz heman kes û heman çete ne. Dijminê wan yek dijmin e. Serê xwe bilind hilde, divê li dijî Erdoganê faşîst her tim serê me bilind be. Zarokên me tiştekî xirab nekirine heta ku em serê xwe daxin. Emê heta dawî rê û doza zarokên xwe û şehîdên Kurdistanê bişopînin.

Eger mirov tiştekî mezin bixwaze, berdêla wê jî wê giran be. Dema ku em biratiya gelan û azadiyê dixwazin hewl didin bigihîjin azadiyê wê berdêla wê jî xwîna kesên giranbiha yên weke Hevrîn Xelef û Deniz Poyraz be.”

“WÊ DEMEK WERE ERDOGAN DI NAVA XWÎNA ŞEHÎDÊN ME DE BIFETISE”

Sûad Mistefa bang li dayîkên Tirk kir ku herin cem Erdogan û got, ji bo bidawîkirina vê xwînê bila dayîkên Tirkan ji Erdogan re bibêjin êdî bes e. Ji kuştina jinan, malxirabkirin û talanê re êdî bes e. Ew jî dayîk in û kezeba wan jî dişewite. Bila ti dayîk êdî nebêjin ax kezeb. Xwîn bi xwînê nayê şûştin û sekinandin. Encex em bi yekîtiyê, aşitiyê û azadiya welatan xeyalên zarokên xwe bi cih bînin û em biçin ser gora wan û bibêjin`xwîna we li erdê nema, tola we hat hildan`.  Erdogan êdî destê xwe ji vê xwînê bikişîne. Wê demek were tuyê di nava xwîna şehîdên me de bifetisî.

ANHA