Rojnameya Ronahî

Dagirkeriya Tirk êrişên xwe didomîne, şervanên QSD bersiv didin

Dewleta Tirk ya dagirker û çeteyên wê îro ji saet 10`an ve êrişî gundewarên Girê Spî ku ji sivîlan dagirtî, dike. Şervanên QSDê jî di çaroveya parastina rewa de bersiv da êrişan, herwiha kuştî û birîndarên dagirkeran hene.

Nûçegihana ANHA ji herêmê ragihand ku dewleta Tirk ya dagirker û çeteyên wê ji saetên sibehê ve êrişî gundên Xirbêt Bekir, Erîda, Qizelî, Meblûca, Siwan, Bîr Zinar, Kor Hesen, Luqluqo û Zenûbya yên gundewarên Girê Spî  dike.

Dagirkeriya Tirk di van êrişan de sivîlên ku li gundên xwe dikin hedef.

Şervanên QSDê di çarçoveya parastina rewa de bersiv da êrişên dagirkeriya Tirk û planên wan vala derxistin.

Di encama bersivdana şervanên QSDê de radarek dewleta Tirk, erebeyeke doçka û kozikek dagirkeriya Tirk hatin rûxandin.

Herwiha di encama êrişên dagirkeriya Tirk de leşkerekî hêzên hikumeta Şamê li gundê Siwan birîndar bû.

Li gorî agahiyên destpêkê kuştî û birîndarên dagirkeriya Tirk û çeteyan hene.

Êrişên dewleta Tirk ya dagirker li her gundewarên Girê Spî berdewam dike.

ANHA