Friday, July 24, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Li Efrînê bi navê Kurd tiştek nemaye

29/06/2018
in Uncategorized
A A
Li Efrînê bi navê Kurd tiştek nemaye
Share on FacebookShare on Twitter

A.X. ê ji Efrînê ji bo dîtina mala xwe, gundê xwe û ji bo mayinê çû Efrînê, lê belê nekarî bimîne. A.X. ji bo dagirkeran got, “Heta ku ew li wir bin, tiştekî min li wir nîne.”
Di ser dagirkeriya artêşa Tirk û çeteyan ya li Efrînê re 3 meh derbas bûn. Li gel dagirkeriyê, talan, revandina mirovan, desteserkirin û guhertina demografiyê jî dewam dike. Hinek ji şêniyên Efrînê ku piştî ji Efrînê derketin li herêmên Şehba û Şêrawa bi cih bûn, ji bo gund û malên xwe sax bikin vegeriyan Efrînê, lê belê bi her awayî kiryarên li dijî mirovahiyê li wan hatin kirin.
Efrîniyê bi navê A.X. jî ji bo kontrolkirina mala xwe çû Efrînê. A.X. qala tiştên bi serê wî ve hat, kir:
KURDAYETÎ NÎNE
“Ji bo dîtina mal û gundê xwe em jî vegeriyan Efrînê. Me dît ku tiştekî me nemaye. Kurd tenê ji aliyê fîzîkî ve hene. Di rastiyê de Kurd lê nemane. Mirov nikarın xwedî li Kurdbûna xwe derkevin. Ji ber vê yekê min got, ‘eger mala min, zeytûnên min wê ji dest biçin bila biçin’. Ez ê ji vir derkevim û biçim.
TALAN DEWAM DIKE
Kîjan çete ketibe nava kîjan gundî ew der êdî bûye yê wan. Dest danîne ser her tiştên gundiyan û talan kirine. Gundê me, xaniyê min jî bi heman rengî ye. Hemû ciwanên Kurd li dijî xwe weke metirsiyê dibînin. Ji ber vê yekê kî dibe bila bibe, bi bahaneykê digirin, êşkenceyê li wan dikin. Her tiştî bi fermana dewleta Tirk dikin. Dema ku malbat li pey zarokên xwe dikevin jî, ji bo berdana wan pereyan jê dixwazin. Malbat neçar dimîne wî pereyî bibîne. Yên ku pereyê xwe nîne jî, zarokên wan tên windakirin.
XANIYEKÎ VALA
NEMAYE
Dema ku tu li nava Efrînê digerî, mîna ku tu li cihekî xerîb digere. Veguheriye bajarekî xerîb. Kurd li wê derê mîna xerîban e. Li navendê û li gundan maleke vala nîne. Temamiya gundan tijî ne. Ji Xota, Hûms û Dêra Zorê anîne. Dema ku li mala yekî bi cih dibin, êdî jê dernakevin. Dema ku gundî dixwazin li gundê xwe vegerin, çekê li wan dikişînin. Nahêlin ku biçin.
JIYAN LI WIR NABE
Malê dinyayê tev ji te re bimîne jî, ne hêja ye ku mirov di nava wê zext û zilmê de bijîn. Tevî mala min û ya zarokên min, sê malên malbata min ji dest çûn. 10 hezar dolar ji min stendin. Wesayita min çû. Zêrên hevsera min hebûn, min ew jî dan wan. Zarokên min li derve dixebitîn, min pereyê wan ê bi salan dabûn ser hev dan wan. Min hemû li pey xwe hişt û hatim. Nedibû ku di nava wan de bijîm. Ti pîvaneke wan nîne. Tenê talan, dizî û desteserkirinê dikin. Min dest ji hemû mal û milkên xwe berda û hatim. Tiştek ji bo min negirîng e. Heta ku ew li wir bin, tiştekî min li wir nîne.”…ANF

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin
JIN

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin

24/07/2026
Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.