Friday, July 24, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Tirkiye dixwaze destkeftiyên Başûr tine bike

29/06/2018
in Uncategorized
A A
Tirkiye dixwaze destkeftiyên Başûr tine bike
Share on FacebookShare on Twitter

Nûnerê PYD’ê yê li Başûrê Kurdistanê diyar kir ku dewleta Tirk dixwaze tevahiya Başûrê Kurdistanê dagir bike û bi hinceta şerê dijî PKK’ê êrîşên xwe li ser Başûr berfireh kirine û dixwaze destkeftiyên Başûr têk bibe.
Nûnerê Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê yê li Başûr Kurdistanê Silêman Ereb derbarê armanca êrîşên dewleta Tirk li ser xaka Başûrê Kurdistanê axivî û diyar kir ku gelê Kurd di şerê li dijî çeteyên DAIŞ’ê li Rojava û Başûrê Kurdistanê destkeftiyek mezin bi dest xistiye û got; “Ji bo Kurdan giringe ku van destkeftiyan biparêzin. Ji ber dewletên dagirker weke Tirkiyê dixwaze bi van êrîşan van destkeftiyan tine bikin. Naxwaze li Rojhilata Navîn statuyek Kurdan hebe. Ji bo wê jî dewleta Tirk îro sînorên xaka Başûrê Kurdistanê dagir kirine. Dixwaze aramî û îradeya Kurdan tine bike û krîzên xwe yên hundirîn derxe ji dervey welat.”
Ereb di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku êrîşên dewleta Tirk li ser tevahiya gelê Kurd e û wiha berdewam kir; “Li Rojavayê Kurdistanê dewleta Tirk piştgiriya çeteyan dikir û êrîşê kantonên Rojava dikir. Gelo ma li wir PKK hebû? Na. Niha jî bi hinceta hebûna PKK’ê êrîşê xaka Herêma Kurdistanê dike. Kurd li kûderê serî rakin, dewleta Tirk êrîşê wan dike. Ji bo wê jî ev êrîş li ser tevahî gelê Kurd e.”
Her wiha Ereb bal kişande ser hebûna baregehên leşkerên Tirk li ser xaka Başûr û got; “Her cihê dewleta Tirk dagir kir, bi hêsanî jê dernakeve. Niha li ser xaka Başûr bi dehan baregehên dewleta Tirk hene. Divê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk helwestek netewî û cidî were nîşandan.”
Di dawiyê de Silêman Ereb anî ziman ku ger Kurd bixwazin bibin xwedî statû, divê yekîtiya xwe çêbikin û wiha got; “Ji aliyê hinek rayedarên Başûr ve pîrozkirina Erdogan a di hilbijartinên derbasbûyî yên Tirkiyê de, rewakirina êrîşên li ser xaka Başûrê Kurdistanê ye.”…ROJNEWS

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin
JIN

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin

24/07/2026
Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.