Meclisa Sûriya Demokratîk MSD’ê daxuyaniyeke nivîskî da û rapora şandeya navneteweyî ya ji bo Sûriyê yên girêdayî rewşa Efrînê rexne kir û got, “Em têkildarî tişta girêdayî Efrînê hatiye kirin bi guman in û rastiya welatiyên me li Efrînê venabêje.
Meclisa Sûriya Demokratîk agahiyên di rapora şandeya navneteweyî ya ji bo Sûriyê yên girêdayî rewşa Efrînê rexne kirin û bang li meclisê kir ku hemû pêkhateyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li bakurê Sûriyê di komîteya sazkirina destûra Sûriyê de bigire nava xwe.
Meclisa Sûriya Demokratîk MSD’ê girêdayî rapora şandeya navneteweyî ya taybet ji bo Sûriyê ku Steffan De Mistura derbarê rewşa mirovî li Sûriyê de pêşkêşî Meclisa Ewlehiyê ya Navneteweyî kiriye, daxuyaniyeke nivîskî li ser malpera xwe ya fermî weşand.
Daxuyanî wiha ye:
“Daxuyaniyeke zelalkirinê ji raya giştî re
Li rex rapora şandeya navneteweyî ya ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê birêz Steffan De Mistura ku di rûniştina vekirî ya Konseya Ewlehiyê ya Navneteweyî de derbarê rewşa mirovî li Sûriyê û xebatên siyasî yên aloziya Sûriyê de hatiye pêşniyarkirin ku di 27’ê Hezîrana 2018’an de hatiye lidarxistin. Di raporê de xemgîniya têkildarî rewşa welatiyên sivîl li başûrê Sûriyê û geşedanên li Deraayê tîne ziman û piştrast dike ku divê bûyerên li Xota û Helebê neyên dubarekirin. Her wiha di heman demê de behsa encamên Soçiyê yên girêdayî avakirina komîteyeke destûrî û alîkariya dewletên mîsoger ên Soçiyê dike.
Di nirxandina xwe de xwe spart rapora rêveberê çalakiyên mirovî di Neteweyên Yekbûyî de birêz John King û tê de hin tiştên berovajî rewşa heyî li ser erdê dibêje û bi taybet nirxandina wî ya ne zelal ku dibêje nêzî 5 hezar kes vegeriyane Efrînê û Tirkiye xebateke mezin ji bo alîkariya mirovî bi welatiyên li Efrînê re dimeşîne.
Em wek Desteya Serokatiya Meclisa Sûriya Demokratîk, têkildarî tişta girêdayî Efrînê hatiye kirin bi guman in û rastiya welatiyên me li Efrînê venabêje. Her wiha rastiya jiyana bêtirî 200 hezar kesên ku ji ber dagirkeriya artêşa tirk û çeteyên wê di 18’ê Adara 2018’an de li Efrînê neçarî koçberiyê hatine kirin, venabêje.
Li ser van agahiyên li jor, em pêşniyar dikin ku şandeya navneteweyî, birêz De Mistura û tîma wî li hemberî tişta ku li Efrînê rû dide bêtir bi berpirsiyarî tev bigerin. Bi taybetî beriya dagirkeriyê herêma Efrînê bi awayekî sivîl û demokratîk ji aliyê hemû pêkhateyan ve bi rêya meclisa wê ya rêveber dihat birêvebirin. Li şûna ku De Mistura pesnê wê rêveberiyê bide ku di aramî û ewlehiyê de di asteke pêş de bû û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li Efrînê veguherî mînaka herî guncaw ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê û di pêşwazîkirina bêtirî nîv milyon welatiyên ji herêmên ku pesnê wan dide (mîsogerkarên Astanayê) yên li herêmên kêmpevçûn xebateke mezin meşand. Her wiha rola mezin a hêzên wê yên leşkerî Yekîneyên Parastina Gel/Jin (YPG/J) û hêzên Asayîşê di şerê li dijî rêxistinên terorîst ên wekî DAIŞ, Cebhet El-Nusra û komên girêdayî wan ku di bin çavên rêjîma Tirkiyê de û bi fermana wê herêma Efrînê veguherand herêma serwerî û xenîmeyan û xetere li ser jiyana kesên li Efrînê mane çêkir. Li rex wê siyaseta guhertina demografîk bi awayekî sîstematîk li Efrînê dide meşandin ku bi serê xwe sûcekî şer e û divê civaka navneteweyî ji bo rawestandina vê siyasetê asta xebatên xwe bilind bike û hemû aliyên destên wan di vê siyasetê de heye ceza bike.
Avakirina komîteyeke girêdayî destûra Sûriyê, eger hemû pêkhateyên gelê Sûriyê û hêzên ku şerê terorê kirine negire nava xwe û di nava wan de pêkhateyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li bakur û bakurê rojhilatê Sûriyê tune bin, em dibînin ku ev hewldaneke gurkirina şerê Sûriyê ye û veguhestina wê ber bi rêyeke din ve ye. Bê guman encama wê dê sifir be û lehiya rijandina xwîna welatiyên Sûriyeyê dê berdewam bibe. Divê rêbazên zelal û aşkera û tedbîr bêne girtin da ku di encamê de li gorî biryarên navneteweyî yên girêdayî mijarê û di nava wan de biryara navneteweyî ya 2254 aloziya Sûriyê were çareserkirin. Di nava van gavan de gava pêkanîna destûra demokratîk a Sûriyê.
Em ji hemû xebatên avakirina çareseriyeke siyasî ya xurt re amade ne da ku di encamê de şer were rawestandin û kaniyên terorê bêne zuhakirin. Her wiha sîstemeke siyasî were damezirandin ku li gorî Sûriyê û gelê wê be û serweriya wê ku destdirêjiya wê hatiye kirin were vegerandin.






