Rojnameya Ronahî

PDK li Zagrosê amedekariya tevgera leşkerî dike

Hat diyarkirin ku hêzên taybet yên PDK’ê, li herêma Zagrosê ya ser Herêma Kurdistana Federe amadekariya tevgera leşkerî dikin.

Hat diyarkirin ku hêzên taybet yên PDK’ê ku tevlî tevgera leşkerî ya Tirkiyeyê ya li ser Herêma Kurdistana Federe bûne, li herêma Zagrosê ya ser Herêma Kurdistana Federe amadekariya tevgera leşkerî dikin. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatîn bidestxistin, hêzên Gulan û Zêrevanî yên girêdayî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, wê li herêmên Sîda, Saca û Çemçoya girêdayî herêma Rençbirax ya Zagrosê dest bi tevgera leşkerî bikin.

PDK ku li ser pêşveneçûyîna artêşa tirkî, li ser daxwaziya Enqere li gel artêşa Iraqê hêzên xwe yên taybet tevlî operasyonê kirin, hêzên xwe sewqî gelek deveran kiribûn. Hêzên taybet yên PDK’ê di 5’ê hezîranê de sewqî Metînayê hatibûn kirin û di êrişa ser wesaita zirxî de 5 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dabû û 4 pêşmerge jî birîndar bûbûn.

Mezopotamya