Rojnameya Ronahî

​​​​​​​Lahor Şêx Cengî: Nabe pêşmerge biçe şerê birakujiyê

Hevserokê YNK’ê Lahor Şêx Cengî diyar kir ku pêşmerge hêzeke niştimanî ye û got, ne ji bo me û ne jî ji bo kesekî din nabe ku pêşmerge biçe şerê birakujiyê.

Li Silêmaniyê Kongreya duduyan ya Pêşmergeyên Dêrîn yên Herêma Kurdistanê hat lidarxistin. Hevserokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Lahor Şêx Cengî tev li kongreyê bû û peyamek da.

Lahor Şêx Cengî di peyama xwe de wiha got: “Armanca me ye ku pêşmerge her tim hêzeke niştimanî be û ne ji bo me û ne jî ji bo kesekî din neçe şerê birakujiyê.”

Rojnews