Rojnameya Ronahî

Em zanin kî êriş dike 

Siyasetvanên Kurd yên di zindanan de rehîn tên girtin, nexasim jî girtiyên jin êrişa li dijî Rêxistina HDP’ê ya Izmîrê û kuştina Denîz Poyraz şermezar kirin û gotin, “Em zanin ka kî êriş dike.”

Bi navê jinên dîlgirtî Sebahat Tûncel peyam da û diyar kir ku kesên dixwazin deriyê HDPʼê dadin û kesên êriş kirîn heman kes in û got, bi navê jinên ku di dosya HDP’ê de tên darizandin, em vê êrişa li dijî partiya me lanet dikin. Hevriya xwe Deniz Poyraz bi rêzdarî bîr tînin. Sersaxiyê ji malbata wê, partiya me û dostan re dixwazin. Em zanin ku ev êrişên li dijî partiya me, li dijî gel û jinên Kurd kî dike.
Nûnerên bloka faşîst, olperest, zayendperest, neteweperest, tekperest ên ku hewl didin bi şerê nava gelan desthilatdariya xwe li ser piyan bihêle û welêt bixe nava tarîtiyê, bingeh ji vê êrişê re amade kirine.” Di peyamê de ev hemû weke encama neyartiya bi Kurdan re hat destnîşankirin.

Siyasetvanê rehîngirtî Selahettîn Demîrtaş jî got, êşa me mezin e, lê hêvî û berxwedana me jî ewqas mezin e. Em bikujan nas dikin û armancên wan dizanin. Naxwe emê nehêlin hêrsa me çavên me tarî bike û pêşî li têkoşîna me ya demokratîk bigire. Emê ti carî dev gera xwe ya ji bo aştiyê bernedin.”

ANF