Rojnameya Ronahî

Pêşangeha Pirtûkan ya Şehîd Herekol di nêz de vedibe

Komîteya Amadekar ya Pêşangeha Pirtûkan ya Şehîd Herekol amadekariya pêşangeha xwe ya 5`an dike. Îsal wê gelek weşanxane ji welatên Ereban û ji her çar beşên Kurdistanê tevlî bibin.

Pêşangeha Pirtûkan ya Şehîd Herekol wê bi durişma “Pirtûk rehjena jiyanê ye” 29`ê Tîrmehê li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya Qamişloyê were vekirin.

Pêşangeh ji aliyê Desteya Çand û Hunerê ya bakur û rojhilatê Sûriyê ve ji salên borî firehtir tê organîzekirin. Li gorî çavdêrên pêşangehê gelek weşanxane ji gelek welatên Ereban û ji her çar parçeyên Kurdistanê tevlî dibin. Di pêşangehê de wê semîner ji sala borî pirtir werin dayîn. Tê payîn ku pêşangeh 8 rojan bidome.

Amadekariya vekirina pêşangehê bênavber didome. Derbarê mijarê de cîgira Desteya Çand û Hunerê ya bakur û rojhilatê Sûriyê Ronahî Hesen ev agahî dan: “Ev demek e me dest bi amadekariyê kiriye. Me komîteya amadekar ava kir ku nêzî mehekê ye têkilî bi weşanxaneyan re daniye û ji wan re vexwendnameyên tevlîbûna pêşangehê dişîne. Ji bo ku tevlî bibin jî ji wan re hêsaniyan pêşkêş dike. Herwiha hola pêşangehê jî li gorî weşanxaneyan tê amadekirin. Komîteya Amadekar wê pêngava danasîna pêşangehê bi rê ve bibe.”

Ronahî axaftina xwe wiha domand: “Îsal wê tevlîbûn pirtir be. Wê ji herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê û hundirê Sûriyê, ji beşên din yên Kurdistanê û ji welatên Ereban mîna Lubnan, Misir, Tûnis, Iraq û Îmaratê gelek weşanxane di pêşangehê de cih bigirin.”

Li gorî Ronahî heta niha 25 weşanxaneyên ji derveyî herêmê diyar kirine ku wê bi riya wekîl, sazî û pirtûkxaneyan tevlî pêşangehê bibin.

Ronahî da zanîn ku derî hê li pêşiya weşanxaneyan vekirî ye û wiha axivî: “Desteyê roja 15`ê Hezîranê roja dawî ya pêşkêşkirina daxwaznameyên tevlîbûnê diyar kir.”

Têkidarî beşên nû di pêşangehê de Ronahî da zanîn ku wê beşên mîna pirtûkên hiqûqî û pirtûkên xwendekarên Zanîngeha Rojava hebin.

Girêdayî giliyên ku sala borî bihayê pirtûkan gelek giran bû, Ronahî ev agahî parve kir: “Emê hewl bidin bihayê pirtûkan kontrol bikin da ku her kes bikare bikire.”

Ronahî da xuyakirin ku hewl didin balê bikişînin ser girîngiya rola xwendinê.

Mîna sala borî desteyê di çarçoveya pêşîgirtina li vîrûsa koronayê de gelek tedbîr girtine. Têkildarî wê Ronahî da xuyakirin ku têkilî bi Desteya Tenduristiyê re danîne da ku tedbîrên pêwîst bigirin.

Pêşangeh cara yekê 20`ê Tîrmeha 2017`an hat vekirin. Pêşangeh ji bo bîranîna têkoşer û nivîskar şehîd Hisên Şawîş (Herekol) tê vekirin. Lê îsal ji ber cejna Qurbanê wê ne di heman dîrokê de were vekirin.

ANHA