Rojnameya Ronahî

Kêmkirina ava Firatê bandoreke mezin li çandiniyê dike

Berpirsê Nivîsgeha Xebitandina Stasyonên Avê ya Komîteya Çandiniyê ya Meclisa Sivîl ya Reqayê diyar kir ku komîteyê rêjeya erdên çandiniyê ji bo sebzeyên havînê kêm kiriye da ku cotkar zererê nebînin. Lewra ava Firatê ji aiyê Tirkiyê ve hatiye kêmkirin.

Ji ber kêmkirina ava Firatê, rojbiroj li kenarên ava Firatê êşa cotkaran pirtir dibe. Nexasim havînê qutkirina avê ji aliyê dewleta tirkî ya dagîrker ve bû sedem ku cotkar hilberînên havînê yên weke garisê zer neçînin.

Piraniya welatiyên bakur û rojhilatê Sûriyê bi giranî debara xwe bi çandiniyê dikin. Her sal cotkanên van herêman garisê zer diçandin. Lewra lêçûna wê kêm e û berhema wê baş e.

Lê ji ber qutkirina ava Firatê ji aliyê dewleta tirkî ve, Nivîsgeha Avê ya Komîteya Çandinî û Avê ya Meclisa Sivîl ya Reqayê biryar da ku rêjeya rûbera erdên çandiniyê yên havînê, nexasim çandina garisê zer kêm bike.

Têkildarî mijarê serokê Nivîsgeha Xebitandina Stasyonên Avê Şêx Nebî got, miqdara avê pir kêm e û têra erdên çandiniyê yên li bajarê Reqayê û gundewarên wê nake. Ji ber wê me agahî da kooperatîfên bajarê Reqayê û gundewarên wê ku li herêmê çandina garisê zer kêm bikin.

Şêx Nebî da zanîn ku li Reqa û gundewarê wê rûbera erdan 92 hezar hektar e û berî ku rêjeya ava Firatê kêm bibe di saniyê de 85 metrekab dihat berdan. Lê niha 65 metrekab av tê berdan û ev jî têrê nake.

Şêx Nebî bal kişand ser hilberîna zebeş û kunciyan û wiha axivî: “Pêwîstiya wan zêde bi avê nîne. Ji ber wê em bang li cotkarên xwe dikin ku van hilberînan biçînin. Lê garisê zer gelek avê dixwaze û eger li tevayiya erdan were çandin, wê av têrê neke.”

Di dawiyê de Şêx Nebî bang li rêxistinên mafên mirovan û dewletên cîhanê kir ku destwerdanê bikin û pirsgirêka ava Firatê çareser bikin. Lewra dewleta tirkî qutkirina ava Firatê didomîne.  Wê ev jî li herêmê bibe sedema qewimîna bobelateke jîngehî û mirovî.

ANHA