Rojnameya Ronahî

Li Herêma Firatê ji bo avê çareyên nû

Piştî qutkirina ava çemê Firatê ji hêla dewleta tirkî ya dagîrker ve, kêmbûna rêjeya avê û derketina stasyona Tawî bi zêdetirî 4 mehan ji xebatê Yekîneya Avê ya El-Cerniye ya gundewarê Tebqa 2 pompeyên avê ji stasyonê re anîn.

Şêniyên herêma hawizê Firatê êşa qutkirina avê ji hêla dewleta tirkî ya dagîrker ve dikişînin ku bandorê li tevayiya qadên jiyanê dike. Nexasim li peydakirina ava vexwarinê dike.

Ji ber kêmbûna rêjeya ava Firatê zêdetirî 30 stasyonên avê ji xizmetê derketin. Ji ber ku ava çem miçiqiye û rûbereke mezin jê ziwa bûye, di encamê de bi milyonan kes ji ava vexwarinê bêpar mane. Bi taybetî niha demsala havînê ye.

Yekîneya Avê ya El-Cerniye ya gundewarê Tebqayê berî niha gelek hewldan kiribûn ku li stasyona Tawî ya ava vexwarinê 2 pompeyan daynin. Ew jî piştî ku 4 mehan ji xizmetê derket û pê re aloziyeke mezin ji welatiyan re çêkir, pêk hat.

Şêniyên herêmê zehmetiya peydakirina avê, anîna avê ya bi sehrîcan û kişandina boriyan ji yên berê re kişandin. Lê pişt re Yekîneya Avê ya El-Cerniye tedbîrên pêwîst girtin.

Têkildarî mijarê Hevserokê Yekîneya Avê ya El-Cerniye Mehmûd El-Kelah ev agahî dan: “Bi çareseriyên altarnatîf yên ji bo sivikkirina bar li ser welatiyan û pedakirina ava vexwarinê xebatên me berdewam in.”

El-Kelah ev li gotina xwe zêde kir: “Me li stasyonên Tawî yên girêdayî herêma El-Cerniye du pompe danîn ku cihê pompeyên stûnî bigirin. Ew pompe bi pîvana 100 hespî û bilindbûn 140 û xurtbûna wan jî 260 e.”

El-Kelah diyar kir ku pompe ji derveyî hin mezreeyên li derdora gundên El-Cerniye, derdora ji 15 heta 18 gundewarên El-Cerniye avê dide.

Yekîneya Avê ya El-Cerniye pompeya Şemis El-Dîn sererast dike. Lewra li herêmê çavkaniyeke sereke ye û avê dide derdora 165 gundên li zêdetirî 75 km belav in.

ANHA