Rojnameya Ronahî

Êdî ne xewn e, ne xeyla e, rastî ye

Li Rojava îsal jî xwendekar ji bo xwendina zanîngehê ketin ezmûnê. Xwendekarên derketîn dibêjin, em kêfxweş in ku bi zimanê kurdî perwerde dibin û ev ji bo me cihê serbilindiyê ye.

Tevî ku gelê Kurd li Sûriyê pêkhateya herî mezin e, mixabin bi salan gelê Kurd li rojavayê Kurdistanê ji aliyê hikûmeta Şamê ve, ji mafê perwerdeya bi zimanê Kurdî hatibû bêpakirin. Lê îro rewş guheriye. Bi Şoreşa 19`ê Tîrmehê re gelê Kurd dest bi avakirina pergala perwerdeyê jî kir. Ji bo perwerdeyê materyal hatin amadekirn û dersên zimanê Kurdî hatin dayîn. Piştî Efrîn û Kobanê, xwendevanên refa 9 û 12`an yên herêman Cizîrê jî îsal (sala xwendinê ya 2020–2021) dest bi ezmûnên wekhev kirin.

Têkildarî pergala dibistanan û guhartina tevayiya materyalên bi zimanê dayikê ji aliyê komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk ya Rêveberiya Xweser û çêkirina ezmûnên wekhev ji bo ref 9 hata 12`an li herêma Cizîrê, lêkolîner û nivîskar Salihê Heydo axivî. Heydo li Zanîngeha Rojava dersan dide. Salihê Heydo bal kişand ser girîngiya ziman û got, xwendekar hem bi zimanê xwe perwerde bûne, hem di dîrok û erdingarîya xwe de hîn bûne. Ev jî di paşrojê de wê serketinê ji wan re bîne.

Xwendekarê refa 12’an Diyar Hisên jî got, xwendina bi zimanê xwe, ji bo me xewnek bû. Lê îro em gihîştine van daxwaziyênn xwe.

Li aliyekî din xwendekara refa 9`an Sîdra Umer got, ez gelek kêfxweş û serbilind im. Ez kêfxweş im ku ev karta ezmûnan bi zimanê Kurdî gihîştiye min.” Sîdra wiha li axaftina xwe zêde kir: “Ez spasiya Rêveberiya Xweser dikim, li ser pêşkêşkirina vê gavê ji bo me, em keda mamosteyên xwe ji bîr nakin. Lewra mamosteyên me gelek ked di ber me de dan. Di vê demê de heta di navbera dibistanan de jî bi me re alîkar bûn.”

ANHA