Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

ÇIMA QENDÎL?

20/06/2021
in QUNCIK NIVÎS
A A
Eniya Parastina Kurdistanê…
Share on FacebookShare on Twitter

Faruk Sakik

Serokê HSK’ê Mihemed Hacî Mehmûd di konferansekê de, di axaftina xwe de digot, ev bû 25 sal li wê herêma Qendîl dijmin nîne, hêza Be´es nîne. Ji bo çi pêşmerge niha here wê derê û xwîna birayên xwe birijîne? Hewce nake. Jixwe PKK, PDK û YNK’ê li hev kirin û biryar dan ku gerîla li Qendîlê bi cih bibe.”

Ev bersiva ku gerîla çima li Qendîlê ye. Lê gelek sedem hene ka gerîla çima hat van deveran û îro çima li van deveran li dijî dijminê Kurdan şer dike.

Na… emê mînaka, sala 1877’an dema şerê Rûs û Osmaniyan, hêzên Rûs hewl dan êrişî Kurdên herêma Serhedê bikin, Şêx Ubeydullah Nehrî bi hawara wan ve çû nedin.

Dema êrişa Îran û Ingilîzan, Şêx Mehmûd ji bajarê Silêmaniyê derbasî rojhilatê Kurdistanê bû û Kurdên vê beşa welat, ti carî Şêx Mehmûdê Berzencî ji bo xwe weke bar nedît û jê re negotin çi karê te li herêma me heye. Na…Emê vê mînakê jî nedin.

Li hemberî êrişên Îran û dewleta tirkî, Simko berê xwe da bakurê Kurdistanê û ji aliyê gelê vê beşê ve hat himbêzkirin. Yanî Kurdên Bakur ji bo têkbirina tevgera Simkoyê Şikakî nebûn hevkarên Tirkiye û Îranê. Belê…Em vê mînakê bi bîra PDK’ê bixin.

Li dadgeha Îranê, dema pirsa çi karê Mele Mistefa Barzanî li vir heye ji Qazî Muhemed hat kirin ev bersiv da: “Kurdistan, mala her Kurdî ye. Em baş dizanin, bav û bapîrên we, ji we re bersiva Qazî gotibûn, lê we ev bersiv ji bo berjewendiyên xwe yên malbatî ji bîr kiribû.

Dîsa Kurdên bi pêşengiya Mele Mistefa Barzanî dema li ber rêjima Iraqê rabû, Bakur, Rojava û Rojhilat bûn wargehên pêşmergeyan. Û wê demê ti hêza Rojhilat, bi gotina “hebûna te zererê dide pêwendiyên me û Iraqê” zor li Mele Mistefa nekirin.

We dît PDK…? Ti kes weke we tev negeriyaye.

PKK ne tevgereke bakurî tenê ye. Rast e ji Bakur dest pê kir, lê bi demê re bû tevgereke kurdistanî. Ji her devera Kurdistanê Kurd hatin di nava vê tevgerê de cih girtin. Bûn gerîla û li derveyî herêma xwe jî şer kirin. Ji başûr hatin li Bakur şehîd bûn. Hin kes jî hatin li Başûr bi cih bûn. Li herêma Qendil, Avaşîn, Xakurk, Zap û Metîna bargehên xwe ava kirin.

Û em derbasî bersiva çima gerîla li vê heremê ye, bibin.

Emê rastiya ku PKK mafdar e li her devera Kurdistanê bargehên xwe ava bike, PKK ji bo azadiya Kurdistanê têdikoşe, daynin aliyekî. Lê rastiyeke din heye. Ev herêm ne xaka bavê ti kesî ya tapokirî ye. Ev xak, xaka gelê Kurd e. Ev xak, xaka Diyar Xerîb, Vîyan Soran û bi hezaran gerîlayên ji Başûr e jî. Ev xak, xaka bi hezaran şehîdên ji vê heremê ne jî.

Baş e…yên ji parçeyên din ji vê heremê vekişiyan, hûnê ji gerîlayên Başûr re statûyeke çawa bibînin? Hûn dibêjin bila her kes li herêma xwe têbikoşe. Ahaa.. Hevalê Diyar Xerîb jî dixwazin li herêma xwe şer bikin. Hûn çima dibin asteng?

Hûn van baş dizanin, lê dijminê Kurdan van rastiyên dîrokî ku me li jorê mînak dan û rastiya PKK’ê ji we xwestin ku hûn jî bîr kin. Bi DNA’yê we lîstin. Yan jî ku wisa nebûya anha peşmerge di dest de çek di tabûra Diyar Xerîb de li dijî dagîrkeriya dewketa tirkî şer dikir. Rêveberiya hikûmeta Başûr jî wê serî li Neteweyên Yekbûyî bida bigota “çi karê artêşa dewleta tirkî li ser xaka me heye.”

Ji bo vê yekê ti kes nikare bibêje, PKK û gerîla çima li herêma Başûr in.

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.