Rojnameya Ronahî

Rojnamevanan bang li partyên Başûr kir

 Navenda nûçeyan/Qamişlo

Rojnamevanên Germiyan peyama Murat Karayilan ya ji bo aştî û yekîtiya Kurdan girîng dîtin û bang li partîyên Başûr kirin ku vê peyamê cidî bigrin.

Fermandarê Biryargeha Navendî ya Parastina Gel Murat Karayilan, 10’ê Hezîranê di Strêrk Tv de, têkildarî êrişên dagîrkeriya Tirkiyê ya li başûrê Kurdistanê, hewldan û provakasyonên PDK’ê yên li Metîna axivî bû. Karayilan dîyar kiribû ku li Metîna metirsiya di navbera wan û PDK’ê de pevçûn derkeve heye. Ji bo şer dernekeve bang li aliyên siyasî, rêxistin, rewşenbîr û hunermendên her çar parçeyên Kurdistanê kir ku bêdeng nemînin û rê nedin şer di nava aliyên kurdî de derkeve.

Rojnamevanên Germiyan, têkildarî vê banga Karayilan ji ajansa nûçeyan Rojnewsê re axivîn û wiha bang li partîyên Başûr kirin: “Şerê Kurdan yê navxweyî armanca Tirkiye ye. Em daxwaziyê ji partiyên başûrê Kurdistanê dikin, ku peyama Murat Karayilan cidî bigrin. Herwiha divê PDK jî li ser vê peyamê xwe li ber çavan re derbas bike.”

Rojnamevan Rênas Salih bal kişand ser armanca dewleta tirkî û wiha got: “Dewleta tirkî ya dagîrker, bi xeyalên Osmaniyan dixwaze başûrê Kurdistanê dagîr bike û bike beşek ji xaka xwe. Herwiha dest daniye ser aborî û siyaseta herêma başûrê Kurdistanê. Pirsgirêk ew e ku hin kes rê ji vê dewletê re xweş dikin. Gelo çawa tirsa dagîrkirina walat nakeve dilê wan!”

Rênas têkildarî peyama Karayilan ya ji bo hêzên kurd jî wiha got: “Peyamek girîng bû û di dema xwe de bû. Pêwîst e aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê xwedî peyamên mîna wê bin. Dibe hinek rêveberên siyasî yên herêmê biryara şerê birakujiyê dabe. Lê divê bandora vê peyamê li ser wan çêbe û li gorî wê xwe di ber çavan re derbas bikin. Her kes dizane ku armanca vî şerî dagîrkirina Kurdistanê tevê ye û dijmin dixwaze vê bi şerê Kurd û Kurdan bike.”

Rênas Salih, zimanê hinek siyasetmedarên Herêma Kurdistanê yê li dîjî PKKê ku ji bo dagîrkeriya dewleta tirkî dibe piştgirî rexne kir û got, nabe were gotin ‘PKK li başûrê Kurdistanê çi dike, bila çalakiyên xwe bibe Bakur.’ Lewra ji bo PKKê ferq di navbera Bakur û Başûr de nîne, li her çar parçeyên Kurdistanê, ji bo neteweya Kurd xebatê dike.

Rojnamevan Ehmed Hemîd jî bal kişand ser armanca Tirkiyê û wiha axivî: “Armanca êrişên dewleta tirkî li her devera Kurdistanê ew e ku statûya Kurdan ya li her cîhî ji holê rake. Herwiha dixwaze vê bi rêya têkdana nava Kurdan bixwe pêk bîne ku van êrişên xwe yên hovane rewa bike. Lewra li kû Kurdek dibe ser lingê xwe, ew hema hewla tinekirinê dike.”

Herwiha Ehmed Hemîd jî bal kişand ser girîngiya peyama Karayilan û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Girîngiya peyama birêz Karayilan pêwîstiya lihevkirina partiyên kurdî bû û bi zimanekî nerm diyar kir ku divê bi hevdîtinan nakokiyên heyîn bên çareserkirin. Divê ji aliyê PDKê ve jî, bi heman şêwazî heman peyam hebe. Da lihevfêmkirin çêbe û gav ji bo dawîanîna aloziyan were avêtin.”

Çavkanî: Rojnews