Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

AKP Tirkiyê, PDK jî Kurdistanê difiroşe!

17/06/2021
in QUNCIK NIVÎS
A A
AKP Tirkiyê, PDK jî Kurdistanê difiroşe!
Share on FacebookShare on Twitter
Ahmet AKTAŞ

Me zanibû ku AKP’ê, cihên binirx û bi kêrî geştiyariyê tên, difiroşe qraliyetên Ereban. Piranî jî difiroşe Qeterê û mînaka Kanal Stenbolê gelek ketiye rojevê.

Lê, niha bi vê êrîşa xedar û xwînxar ya arteşa Tirka re, me bihîst ku PDK jî Başûr difiroşe dewleta AKP’ê; bazara diz û diz! Ev agahiyê ji serkonsolosê Tirkan yê Hewlêrê Hakan Karaçay tê. Li ser nûçeyên ku li dijî dewleta Tirkan yên ji bo vekirina rê û birîna daran, diçe, rexneyan li Serokê Parlamentê Hêmin Hewramî dike û dibêje, me ev erd ji we kiriye!
Li ser vê bûyerê berpirsiyarekî PDK’ê Sefîn Dizeyî, li xwe mikur jî tê û dibêje “erê rast e, me firotiye, ji bo arteşa tirkan operasyonên leşkerî bi rihetî pêk bîne, riyan çêdikin û daran dibirin”!
Dibe ku ev kirîn-firotin ne rast be û tenê ji bo ku eyb û uzrê xwe û Tirkan pîne bikin ev senaryo pêşkêş kiribin. Lê xem nîne, ya girîng naveroka wê ye û lixwemikurhatin e.
Jixwe ji mêj ve ye dewleta Tirkan, başûrê Kurdistanê tijî baregehên xwe yên leşkerî û istixbaratî kiriye. Berî çend rojan, nûnerê saziya CPT yê Iraqê Kamran Osman, ji bo çavderiya xerabkariyên êrişên Tirkan, li hêrêma şer bûn û ji medya re digot “tiştê ku ez zanim 41 baregehên leşkerî yên Tirkan li vê herêmê hene (çavderên cuda 61 baregahan nîşan didin); Sîdekan, Heftenîn, Kanîmasî, Bamernê, Batûfa, Berdezer, Amêdiyê, Zaxo û hwd. Ji bilî van baregehên hewayî jî hene. 126 gund hatine valakirin. Di rojekê de 400 ton dar hatine birîn û hwd”!
Ji kîjan alî ve mirov bala xwe dide van êrişan, bi taybetî jî ya 5ê Hezîrenê, mirov armanceke gelek bixeter dibîne. Gotinên Fadil Mîranî û Abdullah Agar jî, vê xeterê radixin ber çavan. Agar dibêje, “pirsgrêka herî mezin Berzanî ne, divîya hê berê, ji bo lêdana PKK’ê li gel me hevkariyeke mezin bikiran, da ku îro li Qendîlê, Şingalê, Mexmûrê û li seranserê Başûr evqas mezin nebûna, lê dîsa wext heye ku em bikarin bi hev re gelek tiştan bikin”!
Fadil Mûtnî (Mîranî) jî dibêje “ti çare û rizgarî ji vê nîne, wê her şer bibe”!
Hema gotinên van kesan bi serê xwe, armanc û amadekiryên dewleta Tirkan, bi tifaqa li gel PDK’ê, gelek zelal diyar dike.
Çawa A.Agar  jibo xwe wext dibîne, heman gotin ji bo Kurdan jî derbasdar e. Weke Murat Karayilan dibêje û bang jî dike, “erê êêşmerge û gerila gelek nêzî hev bûne -200-300 metre- lê hê şer derneketiye û bila her kes bizane ji aliyê me ve şer dernakeve, belê xeter heye. Ev li gorî plan û fermanekê hatine ketine nava yekîneyên gerîla, lê hê wext heye ku em pêşî li şer bigrin û hwd.”!
Di vê çarçoveyê de gotin û helwestên birûmet û niştimanperwerî yên gelek sazî, rêxistin, siyasetmedar, rewşenbîr, hunermend û akademisyenan jî hene. MînakKNK û Yekîtiya Parlamenterên Başûr, Pêşmergeyên Dêrîn, fermandarekî Pêşmergeyan Mehmûd Sengawî, Dr.Mahmut Osman, Ethem Berzanî û hwd.
Lê mixabin, ji bo vê armanca pîroz ya zemînê şer rake, li şûna wê zemînê aştiyê xweş bike, şandeyên ku ji Ewropa çûbûn Hewlêrê, rastî helwestên gelek bêrêz hatine; hinek destgîr bûne, hinek paş ve zivîrandine û hwd. Helbet ev helwestên wiha, gumana xeterê zêdetir dikin.
Lê dîsa jî divê mirov xwe bêhêvî neke, her bi xweşbînî nêzî vê bûyerê jî bibe, lê bêxemsarî, belê bi berpirsiyarî û bi lezgînî tev bigere, da ku hê wext xelas nebûyî û şer derneketî!
ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.