Friday, July 24, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Çarenûsa Kerkûkê ne diyar e

29/06/2018
in Uncategorized
A A
Çarenûsa Kerkûkê ne diyar e
Share on FacebookShare on Twitter

Rewşa ewlehiya parêzgeha Kerkûkê her diçe aloztir dibe. Ev jî bûye sedem ku beşek ji welatiyan malên xwe terk bikin.
Demeke li sînorê parêzgeha Kerkûkê kuştin, dizî û revandin zêde bûye û bûye pirsgirêkek mezin. Li aliyek din jî liv û tevgera çeteyên DAIŞ’ê ya li sînorê herêmê zêde kiriye. Ev jî bûye sedem ku çarenûsa ewlehiya Kerkûk bikeve rewşek nediyar.Li gor agahiyan, niha hêzên ewlehiyê li Kerkûk bi armanca parastina ewlehiya bajar û vegera armiya ji bo bajar lijneyek ava kirine. Li bajar ewlehiyek zêde kirine. Belê hîna nekarîne ewlehiya bajar biparêzin.
Di şeva 25’ê Hezîranê de çeteyên DAIŞ’ê êrîşê gundê Elî Sera yê girêdayî bajarokê Daqoqê li sînorê Kerkûkê kirin. Gundê Elî Sera yê Kurdên Kakeyî ye. Di êrîşa çeteyên DAIŞ’ê de welatiyek hate kuştin û 3 welatiyên din jî birîndar bûn. Kurdên Kakeyî bûne armanca êrîşên çeteyên DAIŞ’ê.
Heya niha hêzên Iraqê çend caran li Kerkûkê ji ber gulereşandine li derdorê, çend welatî hatine kuştin û birîndar bûne. Du roj berê jî li Xurmatû cenazeyên 8 welatiyên hatine kuştin hate dîtin.
Rayedarên Kurd ên li Kerkûkê çend caran nerazîbûn nîşanî rewşa xerab a ewlehiya bajar dan û diyar kirin ku wê li ser hêzên ewlehiyê dozê vekin.
Parlamentere YNK’ê li parlamentoya Iraqê Mihemed Osman derbarê rewşa Kerkûkê de dibêje; “Parêzgeha Kerkûkê di nava çend mehên borî de bi planek metirsîdar re rû bi rû bûye. Ev jî bi desteka hinek kes û aliyên siyasî ji bo hedefgirtina tevahî Kurdên li parêzgeha Kerûkê tê kirin. Hewl didin ku Kurdên herêmê neçar bikin warê bav û kalên xwe terk bikin.”
Her wiha parlamenterê PDK’ê yê Kerkûk li Bexda Şaxewan Ebdullah jî li ser rewşa Kerkûkê got; “Di demên borî de ji aliyê DAIŞ’ê ve li ser gundên Kakeyiyan, gundên Talebanî û Dawde yên li Daqoqê êrîş pêk hatine. Ji ber vê sedemê tenê di nava du hefteyan de 200 malbatên Kurdan ji malên xwe derketine.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin
JIN

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin

24/07/2026
Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.