Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Teror wê bi Efrînê sînordar nemîne

29/06/2018
in ROJEV
A A
Teror wê bi Efrînê sînordar nemîne
Share on FacebookShare on Twitter

Têkildarî dagirkeriya dewleta Tirk a li rojhilata navîn û vîzyona çareseriyê ya demokratîk a Kurdan li Parlementoya Ewrûpayê (PE) konferansek hate lidarxistin. Komîsyona Hemwelatiyan a Tirkiyê ya Yekîtiya Ewrûpayê, Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê, Enstîtiya Kurdan a Brukselê, pêşengî ji konferansê re kirin.

Li Parlamenta Ewropayê (PE) di konferansa dijî dagirkeriya Tirk de bang li saziyên navneteweyî hate kirin ku bi erk û berpirsyariya xwe rabin.
Konferansa li Parlamenta Ewropayê, li ser dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrînê û vîzyona Kurdan a ji bo çareseriya krîza li Rojhilata Navîn hat lidarxistin.
Hevseroka Desteya Rêveber a Kantona Efrînê Hêvî Mistefa bi rêya skype tevlî rûniştina yekemîn bû. Mistefa qala rewşa Efrînê kir û nerazîbûn nîşanî bêdengiya cîhanê da û wiha got: “Şêniyên Efrînê ji bo xwe ji komkujiyan rizgar bikin, xwe li Şehbayê girtin.” Mistefa işaret bi şert û mercên giran ên jiyana li Şehbayê û diyar kir ku derfetên wan nîne ku zarokan bibin nexweşxaneyan.
Mistefa ji Parlamenta Ewropayê, Yekîtiya Ewropayê, saziyên alîkariyê yên însanî û saziyên mafên mirovan xwest ku li pêşberî dagirkerî û rewşa sivîlan a li Efrînê bêdeng nemînin. Mistefa got, “Demografiya Efrînê tê guhertin. Terora Erdogan naxwaze krîza li Sûriyê çareser bibe. Îro li Efrînê ye, sibe wê li çar aliyên cîhanê belav bibe.”
Hêvî Mistefa ji bo şêniyên Efrînê jî xwest ku bên parastin û derfet bên afirandin ku karibin bi rengekî ewle vegerin malên xwe.
Di konferansê de encamnameya ji neh xalan hate qebûlkirin. Li gorî vê yekê, pêkhateyên konferansê dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrînê “Der Qanûnî” ragihandin.
Di encamnameyê de hate destnîşankirin ku ev dagirkerî li dijî pîvan û hedefên Neteweyên Yekbûyî ye, li hiqûqa navneteweyî nayê û dagirkeriya hêzên Tirk hate şermezarkirin.
Danezana ji neh xalan pêk tê, wiha ye:1- Hêzên Tirk û komên ser bi wan ve, divê tavilê û bê şert yekser ji herêmên Sûriyeyê yên dagir kirine vekişin.
2- Hemû sûcên ku artêşa Tirk û komên wê li Efrînê kirine, ku rê li ber koçberî û krîza însanî vekir, divê werin şermezarkirin û bikevin ber lêpirsînê.
3- Jin, mêr û zarokên hatine revandin, divê bê şert yekser bên berdan û zerarên li wan bûne bên çareserkirin.
4- Der barê windahiyan de pêwîste lêpirsîn bê destpêkirin.
5- Divê komîsyoneke niqûqê ya zelal, bê alî û serbixwe bê avakirin ku ji nûnerên Federasyona Mafên Mirovan a Sûriyeyê û rêxistinên jinan û însanî yên li Sûriyeyê pêk tê. Binpêkirinên mafên mirovan ên ji 20’ê Çileya 2018’an dema destpêkirina dagirkeriya Efrînê û vir ve hatine kirin, divê bên lêpirsîn û berpirsyar jî li dadgehên herêmî û navneteweyî bên darizandin.
6- Ji bo sûcên ku hêzên Tirk ên dagirker û komên wan ji destpêka dagirkeriyê ve kirine bên lêpirsîn û kiryar radestî dadgehên navneteweyî werin kirin, divê bi rêxistinên welatî û mafên mirovan ên Sûriyeyê re hevkarî bê kirin.
7- Divê mirovên ji Efrînê koç kirine karibin bi rengekî ewle vegerin malên xwe.8- Hemû sazî û rêxistinên navneteweyî yên pêwendîdar, pêwîste alîkariya însanî û aborî bidin gelê Efrînê.
9- Li dijî karên nîjadperestî yên hêzên Tirk ên dagirker, ku koçberiya bi zorê û guhertina demografiya herêmê jî di nav de ne, analîzên akademîk û hiqûqî wern kirin û belge li ser bên amadekirin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.