Sunday, June 7, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Hikûmet wê îstifa neke

29/06/2018
in Uncategorized
A A
Hikûmet wê îstifa neke
Share on FacebookShare on Twitter

Li Îranê ji ber bihabûna dolar esnafan boykot dabûn destpêkirin. Vê jî bi xwe re pêşî li nîqaşên nû vekir.
Li îranê bi piştgiriya gel, qeyraneke siyasî rû da. Ji ber vê qeyrana hatî jiyîn, hinek derdorên mixalif bangawaziya îstîfayê li hikumetê kirin. Serokkomarê Îranê Hasan Rûhanî, bersiveke hişk da mixalifan û gef li DYA’yê xwar.

KRÎZA EKONOMÎK

Piştî ku serokê DYA’yê Donald Trûmp bi yekalî peymana enerjiya nukleerî betal kir, li ser Îranê polîtîkayên ambargo û dorpêçkirinê, pêşî li qeyranên cîddî vekir. Di demên dawî de li hemberî welatên ku ji Îranê petrolê distînin, DYA’yê xwest ku ji meha Mijdarê û pêde ambargoya petrolê deynin ser Îranê.
Lewre dolar di carekê de bilind bû û rê li ber kûrbûna qeyrana aborî ya li Îranê kir. Esnaf û bazirganên Îranê, van rojên borî ji ber qeyranê biryara boykotê dan û xistin meriyetê. Vê boykotê ji derdorekî fireh a civakê jî piştgirî girt û lewma jî hinek derdorên mixalîfan bangawaziya îstîfayê li hikumetê kir.

BERSIVA BANGEWAZIYÊN ÎSTÎFAYÊ

Serokkomarê Îranê Hasan Rûhanî, di daxuyaniya dayî de, ji ber qeyrana aborî bangên îstîfaya hikumetê red kir.
Rûhanî, di bernameyeke televîzyonê de bersiv da rexne û bangawaziyên îstîfaya hikumetê.
Rûhanî got, “Divê zehmetî û astengiyên civak dikşîne ji holê bên rakirin. Heke em bibin yek, bi biryar li ser piyan bisekinin, em dikarin tevahiya pirsgirêkên xwe çareser bikin. Ji bo bangên îstîfakirina hikumetê jî, vê rêveberiyê 24 mîlyon deng girtine û pêbaweriya 81 mîlyonî wergirtiye. Heke hinek bêjin wê hikumet bitirse û vekişe kêlekekê, wê şaş bifikirin. Hikumet wê îstîfa neke.”

DYA LI
PEY KOMPLOYAN E

Rûhanî anî ziman ku DYA, zexten aborî û siyasî li welatê wan dike û got: “Divê em nîşanî cîhanê bidin ku em dikarin bi zor û zehmetiyên heyî re bijîn, lê em ji serxwebûn û azadiya xwe tu tawîzan nadin. Tu welatperwer serî li ber Amerîkaya derewîn natewîne.”
Rûhanî anî ziman ku vekişîna Donalp Trûmp a ji hevpeymana Enerjiya Nukleeriyê, li hemberî welatê wan komployek e û wiha pêde çû; “DYA, sîyonîst û kedxwazên din ên li bendê bûn ku piştî Trûmp ji peymanê vekişe, em ê jî vekişin. Lê me ev komplo pûç derxist. Em ê radestî DYA’yê nebin. Em ê rûmeta gelê xwe biparêzin û li ber DYA’yê çong daneynin.”
Serokê rûhanî yê Îranê Ayetullah Elî Xameney, li hemberî protestoyên ji bo qeyranên aboriyê bang li darazgeriyê kir ku “Li hemberî kesên ewlehiya aboriyê xirab dikin” bikeve tevgerê.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
ROJEV

Rêber Apo Careke din Tekez kir ku Demokratîkbûn Pêwîstiyeke Jiyanî ye:

06/06/2026
Rêber Apo ji 24’emîn Civata Giştî ya KNK’ê re peyam şand
NÛÇE

Rêber Apo ji 24’emîn Civata Giştî ya KNK’ê re peyam şand

06/06/2026
Planên Barrak li Îraqê hene, divê partiyên Kurdî li Başûr çi bikin?
POLÎTÎKA

Planên Barrak li Îraqê hene, divê partiyên Kurdî li Başûr çi bikin?

06/06/2026
Li Amedê Nanê Gel tê amadekirin
CIVAK Û JIYAN

Li Amedê Nanê Gel tê amadekirin

06/06/2026
Serlêdana 2’yemîn Xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz dest pê kir
JIN

Serlêdana 2’yemîn Xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz dest pê kir

06/06/2026
Roja Cîhanî ya Jîngehê
Aborî û ekolojî

Roja Cîhanî ya Jîngehê

06/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.