Jina ciwan a bi navê Fatma Konyeklî ya Ereb, piştî ku beşdarî xebatên rêxistinkirinê yên tevgera ciwanan bû jiyana wê guherî û rastiya civakê nas kir. Fatma dibêje, “Beriya ku ez beşdarî nava xebatên ciwanan bibim, min tu wate nedida van xebatan, piştî ku ez tevlê bûm min rastiya jiyana hevbeş nas kir.”
Li dijî paşverûtiyê ez beşdarî xebatên xwebirêxistinkirinê bûm’
Li dijî hin pîvanên civakê yên paşverû ku hebûna jinan înkar dikin, jineke ciwan a ji pêkhateya Ereb serî hilda û beşdarî nava xebatên rêxistinkirinê yên ciwanan bû.
Jina ciwan a bi navê Fatma Konyeklî 23 salî ye û ji pêkhateya Ereb e. Fatma xwendekara Fakûlteya Perwredehiyê ya zanîngeha Helebê ye. Di nava civakeke paşverû de mezin dibe ku jiyana wê dorpêç kiriye. Fatma dibêje dema ku ew dixwazin nêrîneke xwe bidin, divê hezar carî bifikirin.
Piştî ku çeteyên girêdayî Koalîsyona Niştimanî ya Hêzên Opozîsyona Sûriyê taxên rojhilatê bajarê Helebê dagir kirin, rewşa jinan li van taxan kambax bû û di bin perwerdeya olî de qanûn û pîvanên xwe danîn ku hebûna jinan di civakê de tune dike. Di encamê de Fatma û malbata xwe neçar dimînin ku koçî taxa Şêxmeqsûd bikin.
Li taxa Şêxmeqsûd Fatma bala xwe dide ser çalakiyên saziyên taxê û fikrên neteweya demokratîk û bi taybet xebatên jinên ciwan û weqfên jinan ku hebûn û beşdarbûna jinan di hemû aliyên jiyanê de esas digirin û bi rengên pêkhate û çandên cuda hatine xemilandin. Fatme dibêje ku ev diyarde di civaka wê de tune ye, ji ber vê yekê wê rêya azadiya xwe di nava xebatên van saziyên Şêxmeqsûd de dîtiye.
Di destpêkê de Fatma rastî astengiya razîkirina malbata xwe ya ji bo beşdariya wê di van çalakiyan de hat, lê di dawiyê de karibû malbata xwe razî bike û vê yekê hişt ku kesayeta wê xurttir bibe.
Fatme Qonyeklî cihê xwe di nava xebatên jinên ciwan de wek endamê rêveberiya Yekitiya Ciwanan a taxa Şêxmeqsûd digire û bi hemû hêz û derfetên xwe hewl dide hişmendiyê di nava ciwanan de belav bike.
Fatme Qonyeklî diyar kir piştî ku wê fikr û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abullah Ocalan nas kir, têgehên jiyana hevbeş di nava civak û malbatê de nas kir, bêtir bi jiyanê ve hate girêdan û rastiya jiyana civakî nas kiriye û wê çawa bikaribe civaka xwe ji paşverûtiyê biparêze.
Di vê derbarê de Fatma wiha dibêje: “Beriya ku ez beşdarî nava xebatên ciwanan bibim, min tu wate nedida van xebatan, lê rihê hevaltiyê û xebatên komînal di navbera ciwanan de hişt ku ez bêtir ber bi wan ve bêm kişandin û ez rastiya jiyana hevbeş nas bikim û ji bo min ev rêgezeke nû bû.”
Fatma di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku hebûna wê di nava xebatên Yekitiya Ciwanan de armanc jê ew e ku ciwanên hemû beşên civakê xwe birêxistin bikin û got: “Em gelek semîner û perwerdeyan li dar dixin da ku beşdarî xizmeta civakê bibin. Piştî ku ez beşdarî van perwerdeyan bûm min rastiya xwebirêxistinkirinê nas kir.”
Endama Rêveberiya Yekitiya Ciwanên Rojava li taxa Şêxmeqsûd Fatma Qonyeklî di dawiya axaftina xwe de bang li hemû ciwanan kir ku beşdarî nava xebatên rêxistinkirinê bibin û ji bo avakirina civakeke exlaqî hişmendiya xwe bi pêş bixin…ANHA






