Rojnameya Ronahî

Danasîna pirtûka nivîskar Henaa Dawid

Nivîskara Kurd Henaa Dawid bi merasimekê pirtûka xwe ya nû ya bi navê “Çil binkeftin û ez” da nasîn.

Merasîmê danasîna pirûka nû ya nivîskar û helbestvan Henaa Dawûd bi beşdarbûna bi  dehan rewşenbîr, nivîskar û siyasetmedar û mitranê Eberşiye El-Cezîrê Mar Morîs li Cafe Montaya ya taxa Til Hecer a bajarê Hesekê hate lidarxistin.

Nivîskar û helbestvan Hanaa Dawid li ser pirtûka xwe axivî û diyar kir ku pirtûka wê ya nû balê dikişîne ser gelek mijaran, binkeftin û serkeftin û got, ji ber mirov heta ku serkeftinê qezenc bike gelek caran bi bin dikeve, her wiha hin binketin jî dibin hîmên serkeftinan.”

Henaa Dawid diyar kir ku pirtûka derketî pirtûka wê ya çaran e û axaftina xwe wiha domand: “Ev pirtûk çaran e ku bi awayekî fermî tê imzekirin, ya yekê bi navê ‘Stêrk jî rêwitiyê dikin’ ku ji helbestan pêk tê, ya duduyan jî bi navê ‘ketina di soriyê de’ û “Malva Umer Hemdî” û niha jî pirtûka ‘Çil binketin û ez’ ku ew jî ji helbetan pêk tê.”

Henaa Dawid got, divê wêje çeka berxwedanê be, nexasim ji bo jinan û ev li gotina xwe zêde kir: “Dema ez jin bim binketin yek e, lê dema ez jin û helbestvan bim binketin pir in.”

Di dawiya merasimê de Henaa Dawid pirtûka xwe imze kir û ji aliyê Mihrîcana Jinan ve Hevseroka Komîteya Çand û Hunerê ya kantona Hesekê Efaf Heskê tabloyeke hunerî diyarî wê kir.

ANHA