Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê ya Kobanê bi piştgiriya Desteya Çandê ya Herêma Firatê pêşangeheke wêneyan ya salane vekir.
Li Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê merasima vekirina pêşangeha wêneyan ya salane bi pêşengiya Desteya Çandê û beşdariya bi dehan welatî û nûnerên ji saziyên Rêveberiya Xweser û civaka sivîl hat lidarxistin.
Di pêşangehê de 100 tabloyên cihêreng hebûn. Wêne ji aliyê 19 xwendekarên xort û keç bi çavdêriya mamoste Zehredîn Ebdê û Nûrhan Cimo ve hatin xêzkirin.
Hevseroka Navenda Baqî Xido, Neclaa Bozan axaftina vekirinê kir û wiha got: “Bi navê rêveberiya Navenda Baqî Xido em bi xêrhatina mêvanên beşdarî vê pêşangehê bûne dikin, bi hêvî ne ku li gorî wan be, her tabloyek çîrokekê vedibêje. Dê Tevgera Çand û Hunerê piştevaniya derketina behreyên veşartî bike.”
Neclaa Bozan di dawiyê de spasiya xwendekarên ku bi berhemên xwe beşdarî pêşangehê bûne kir û wiha got: “Em bi we serbilind in.”
Dûvre rêveberiya Navenda Baqî Xido xwendekarên beşdarî pêşangehê bûne, xelet kirin û li nava pêşangehê geriyan.
Dê çalakiyên pêşangehê heta 3 rojan bidomin.
Ev pêşangeh her sal li Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê tê vekirin. Lê ji ber pandemiya vîrûsa Koronayê û tedbîrên pêşîlêgirtina pandemiyê, pêşangeh par nehat vekirin.
ANHA