Friday, July 24, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Bang li jinên ciwan kirin

29/06/2018
in Uncategorized
A A
Bang li jinên ciwan kirin
Share on FacebookShare on Twitter

Rêxistina Jinên Ciwan ên Têkoşer bi daxuyaniyekê bang li jinên ciwan û ciwanan kir ku beşdarî çalakiya mertalên zindî ya li Binarê Qendîlê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk ji 8’ê Hezîranê ve didome bibin. Li bajarokê Sengeserê ya ser bi Ranya Rêxistina Jinên Ciwan ên Têkoşer li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê daxuyanî da.
Endama Rêxistina Jinên Ciwan ên Têkoşer Zîlan Resul daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de wiha tê gotin; “Dagirkeriya dewleta Tirk roj bi roj zêde dibe. Bêdengiya aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê berdewame. Êrîşên dewleta Tirk jî ne tenê niha ne. Bi dehan sale êrîşên dewleta Tirk didomin. Ji ber êrîşan heya niha bi dehan welatiyên sivîl bûne qurbanî. Armanca dewleta Tirk ne PKK ye, welatiyên Başûrê Kurdistanê ye. Ji ber ku dewleta Tirk hemû Kurdan ji bo xwe weke metirsî dibîne.”
Bi berdewama daxuyaniyê de wiha tê destnîşan kirin; “Heya niha aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê nebûne xwedî helwest. Lewma dagirkerî gihîşt vê astê. Me dît li Şengalê çi rû da, niha weke jin em ê qet rê nedîn Şengalekî din li Başûrê Kurdistanê dubare bibe. Heya ku dagirkerî hebe, wê çalakî û xebata me berdewam bikin. Em ê xwedî li xak û welatê xwe derkevîn. Me niha dest bi çalakiya mertalên zindî kiriye, li Binarê Qendîlê. Em bang li ciwanan û jinan dikin ku beşdarî çalakiyê bibin û xwedî li xaka xwe derkevin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin
JIN

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin

24/07/2026
Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.