Rojnameya Ronahî

Xêzeromana jinên têkoşer yên Rojava

Têkoşîna azadiyê ya jinên Kurdistanî li cîhanê deng vedaye û rojbiroj berfireh dibe. Nimûneyên jiyana azad û tekoşîna jinan ya li Kurdistanê, nexasim ya di van salên dawî de bi Şoreşa Rojava re li cîhanê belav bûye, bala jinên cîhanê pirtir dikişîne ser xwe.
Rojnamevan û derhêner Myléne Sauloy di sala 2016’an de li ser jinên Kurd yên ku li Rojava li hemberî DAIŞ’ê şer dikirin belgefîlmeke bi navê “Şerê Keçan” (Girls at War) kişandibû. Myléne vê carê ji ser belgefîlma xwe grafîkromaneke bi fransî ya bi navê Keçên Kurdistanê (La guerre des filles) nivîsî. Ev roman wê di meha hezîranê de bê çapkirin û belavkirin.
Destana jinên azad ya efsaneyî
Myléne bi belgefîlma xwe hêjayî gelek xelatan hatibû dîtin. Myléne diyar kir ku wê bi pêşniyaza weşangerek ku belgefîlm dîtibû dest bi xêzeromanê kiriye û wiha pê de çû: “Bi min pir efsûnî bû ku destana van jinên azad nêzî mirovan bibe. Li gorî rewşa giyanên wan bibişkive, di xwe de israr bike. Lewra em di fîlmekî de dibînin û pê re ji holê radibe. Pirtûk, hevrêyê di rê de ye, çavkaniyeke siruştî ye ku kengê mirov bixwaze dikare lê vegere û digel vê yekê jî ew jinên ku ji ber ewlehiyê me nekarî em tev li fîlmê bikin, hemû wek karakteran tê de bi cih dibin. Ev rêzgirtineke bi rengekî din e ji bo vê destanê. Bê guman rêyek e ku mirov dikare pê xwe bigihîne girseyeke din jî.”
Myléne ji bo her kesî jineke Kurd ya hevrê afirandiye. Herwiha Myléne bi salan e li ser têkoşîna gelê kurd û nexasim jî ya jinên Kurd dixebite. Xêncî rojhilatê Kurdistanê Myléne li her çar parçeyên Kurdistanê geriyaye. Herî dawî bi armanca çêkirina dokûmentarekê derheqê jinên li hemberî DAIŞ’ê şer kiribûn serdana Rojava kiribû.
Berxwedana jinan û îmaja nû ya jinan
Myléne bal kişand ser pergala pederşahiyê ya li erdnîgariya ku jinên kurd lê dijîn û wiha berdewam kir: “Nemaze rejîma tirk li hemberî hemû rêxistinên kurdan kampanyayeke reşkirinê û çewisandineke bêhempa dide meşandin. Çawa li Başûr têdikoşin bi heman awayî li Bakur jî têkoşîna xwe didomînin. Cudahiya Rojava ya herî mezin ew e ku bi Peymana Civakî ya sala 2014’an û Destûra Bingehîn a 2016’an mafên jinan di nav hiqûqê de cihê xwe digire. Her wiha li gorî min berxwedana jinan ya li hemberî DAIŞ’ê jî bû sedem ku ew îmaja jinan ya di nav civakê de biguhere.”
Myléne da zanîn ku piştî vê pêvajoyê li ser nifşê nû wê guherînên gelek mezin çêbin. Herwiha li gorî Myléne dinirxîne jinên Kurd wê di mijara veguhertina mêran de, perwerdekirina wan de û di dabaşa azadbûnê de ji bo jinên Ewropî yên ku difikirin ew azad in, bibin nimûneyeke berbiçav. Myléne di axaftina xwe de diyar kir ku ew cardin dixwaze biçe Rojava û heke şert û mercên pandemiyê guncav bibin ew ê ji bo projeyeke fîlman a dîtir biçe Rojava. Herwiha Myléne da xuyakirin ku di nava meha Hezîranê de xêzeroman wê bigihîje ber destê xwendevanan.
XWEBÛN