FARUK SAKIK
Di 26’ê Tebaxa 2016’an de, li Cizîrê gerîla Firat Pirsûs çalakiyeke fedayî pêk anî û di çalakiyê de 118 polîs hatin kuştin. Şehîd Firat Pirsûs berî çalakiya xwe peyamek dabû çapameniyê. Piştî peyamê rojnamevan ji bo detayan jê dixwest mîzansel 2-3 fîşekan biteqîne û wî jî ji ekraran re wiha gotibû: “Ez niha van fîşekên bi pereyên gel hatîn kirîn li ser daxwaziya rojnamevanan diteqînim, bila gel min bibexşîne”
Ev gotinên wî pir bibandor bûn. Kesek canê xwe ji bo gelek feda dike û 2 fîşekên bi pereyên gel hatîn kirîn naxwaze bêwate werin bikaranîn.
Îroj li Metîna, Zap û Avaşîn gerîlayên hevalên wî bi lehengiyeke mezin şer dikin. Ji bo parastina axa Kurdistanê her roj şehîd dibin.
Di demeke wiha de ka divê gel piştgiriyeke çawa bide vî gerîlayî, nîqaşan dest pê kir.
Divê hunermend bi hunera xwe, rojnamevan di weşan û xebata xwe de, siyasedmedar di dîplomasî û di siyaseta rojane de, gel bi daketina kolanan, cîwan bi biryareke nû û zarok bi kenê xwe piştgiriyê bidin vê berxwedana gerîla.
Îroj ji bo tinekirina Kurdan konsepteke giştî hatiye destpêkirin. Dijminên kurdan tev hatine cem hev. Civaka xwe jî bi dijmintiya Kurdan perwede kirine (Sedat Peker di îtirafnameya xwe de digot, em bi dijmintiya Kurdan hatin mezinkirin) û ji bo tinekirina Kurdan seferber bûne.
Divê Kurd jî seferber bibin. Divê Kurd jî eniya berxwedanê ava bikin. Divê her kes di vê eniyê de cih bigire. Divê tevayiya partî, sazî û rêxistinên Kurdan vê konsepta dijmin ya tinekirina Kurdan bibînin. Ji bo demekê be jî, deriyê partî û rêxistinin xwe bigirin û li hemberî vê konsepta dijmin, li kêleka gerîlayê azadiya Kurdistan cih bigirin. Piştî ku talûkeya ser Kurdistanê derbas bû bila careke din vegerin, wan deriyê xwe vekin û ew jî li gorî baweriyên xwe ji bo Kurdistana azad têbikoşin.
Karsaz û dewlemendên Kurd jî bi alîkariya madî tevlî vê pêvajoyê bibin. Bi taybetî jî di van deman de pêdiviyên gerîla yên madî zêde ne. Li hemberî artêşa tirkî ya bi teknolojiya NATO hatî xurtkirin, pêdivî bi teknîkeke nû heye. Divê amûrên şer werin guhertin û ev jî reqamên mezin dixwaze. Divê karsaz û dewlemendên Kurd di vê rojê de bikevin nava liv û tevgerê da ku gerîla bigihîje wan amûrên nûjen.
Eger çalakiyên hêzên parastina hewayî ya Şehîd Delal Amed kelacan û hêviya azadiyê dabe we, divê hûn jî vê hêzê tenê nehêlin, bi amûrên teknolijiya pêşketî xurt bikin.
Gerîla di daxuyaniyên xwe de dibêjin, em têk naçin, emê bi ser bikevin, emê dijmin ji vê axê derxin. yan jî wan li vê derê binax bikin. Ev rastiya gerîla ye. Me ew gerîla bi helwesta xwe ya berî şahadeta xwe hesabê 3 fîşekan kirî de baş nas kiriye û em bi wan bawer in. Lê gelo, em bi xwe jî bawer in? Em erk û berpirsyariyên xwe bi cih tînin? Ji bo ku gerîla şehîd nebin em wijdana xwe di ber çavan re derbas dikin? Ji bo dijmin kêfxweş nebe em carna ji xwe şerm dikin? Ji bo dîrok şerm bike em yekîtiya xwe ya neteweyî pêk tînin? Çi dibe bila bibe, şert û zirûf çi dibin bila bibin, divê civaka Kurd jî ji bo moralê gerîla her tim di tevgerê de be û erkê xwe bi cîh bîne. Gerîla ji xwe bawer e divê em jî ji xwe bawer bin.