Friday, July 24, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Cotkar bi fikarin ku erdên wan bişewitînin

28/06/2018
in Uncategorized
A A
Cotkar bi  fikarin ku erdên wan bişewitînin
Share on FacebookShare on Twitter

Artêşa tirk a dagirker ev bûye du sal li pêşiya cotkarên gundên nêzî sînor dibe asteng ku erdên xwe bê xem biçînin. Metirsiya cotkaran heye ku erdên wan mîna par bişewitînin.
Dewleta tirk a dagirker ji destpêka aloziya Sûriyê ve bi gelek rê û rêbazan destwerdana Sûriyê dike û dibe sedema kûrkirina aloziya Sûriyê. Yek ji wan rêbazan jî kiryarên wê yên li ser sînor in. Gundên li ser sînor ji derveyî çandiniyê tu çavkaniya wan a jiyanê nîn e û artêşa tirk a dagirker ev bûye çend sal destûr nade cotkaran ku nêzî erdên xwe bibin û wan gulebaran dike. Di encama gulebarankirina wan a cotkaran de gelek cotkaran jiyana xwe ji dest da yan jî birîndar bûn.
Dewleta tirk a dagirker sala 2015`an li ser sînorê di navbera Sûriye û Tirkiyê de dîwarê şermê bi dirêjahiya 781 km lê kir. Ew dîwarê şermê 3 m bilind e û hatiye têlkirin. Her wiha li ser dîwarê şermê kamera, çekên giran û lazer bi cih kirine û balafirên keşfê jî hene. Niha jî dewleta tirk a dagirker li ser sînor navendên bilind lê kirine û kîjan welatî nêzî sînor dibe wan gulebaran dike.
Gundê Eyndîwer dikeve bakurê rojhilatê Sûriyê û li beramberî bakurê Kurdistanê ye. Cotkarên vî gundî nikarin nêzî erdên xwe bibin û ev bûye du sal ku ji cotkarên gund kesek nikare erdê xwe biçîne. Gundê Eyndîwer jî yek ji çavkaniya sebzeyên herêma Dêrikê ye.
Erdê ku nêzî ava Dîcle ye, cotkar heyanî 50 hektarî nikarin nêzî wî erdî bibin. Berê li wî erdî sebze dihatin çandin û ew sebze li bazarên herêmên bakurê Sûriyeyê dihatin firotin. Her wiha li wî erdî genim û ceh jî dihat çandin. Cotkarên gundê Eyndîwer îsal jî nikarin wî erdî biçînin.
Ji cotkarên gundê Eyndîwer Abdullah Xelîl wiha got: “Tirk gundê me gulebaran dikin. Gundê me xwe li ser sewalkarî û çandiniyê xwedî dike, tirk nema destûr didin em nêzî erdên xwe bibin. Par jî leşkerên tirk destûr neda ku cotkar sûd ji erdên xwe wergirin û ceh û genimê her kesî şewitandin, îsal jî kîjan cotkar nêzî erdê xwe bibe wî guleberan dikin.”
Xelîl di dawiya gotinên xwe de bang li rêxistinên navneteweyî kir ku li hemberî kiryarên Tirkiyeyê bê deng nemînin.
Her wiha Cewad Elî jî axivî û ev tişt anîn ziman: “Leşkerên tirk gelek caran welatiyên gundê me gulebaran kirin û ew birîndar kirin, ev bûye du sal jî destûr nadin ku kesek ji cotkarên me biçin erdê xwe biçînin.”
Elî di berdewama gotinên xwe de got ku ew îro jî ji aliyê leşkerên tirk ve hatine gulebarankirin û wiha got: “Îro dema ku em diçûn nava erdê xwe leşkerên tirk em dîsa gulebaran kirin û me nikaribû em bixebitin. Em mecbûr man ku dev ji erdê xwe berdin û ditirsin ku leşkerên tirk mîna par erdên me bişewitînin.”…ANHA

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin
JIN

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin

24/07/2026
Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.