QSD ji bo bêşvebirin û tekûzkirina şervanên xwe, perwerdeyên xwe didomîne. Bi vê armancê li Akademiya Şehîd Nûr Gemro û Akademiya Şehîd Feyad El-Şiblî perwerdeyên nû dan destpêkirin.
Bi beşdariya gelek fermandarên Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê li Akademiya Şehîd Ezîz Ereb ji 50 fermandaran re perwerdeyek da destpêkirin. Dewreya perwerdeyê bi navê Şehîd Nûr Gemro dest pê kir û armanc ji vê dewreyê ew e ku fermandar ji gelek hêlan ve werin xurtkirin.
Perwerde wê 2 mehan dewam bike û di nav de wê waneyên bîrdozî û leşkerî bên dayîn.
Her wiha Akademiya Şehîd Feyad El-Şiblî bi tevlêbûna 25 endaman dewreyeke perwerdeyê bi navê Şehîd Silûga da destpêkirin. Perwerde wê meh û nîvekê berdewam bike. Di perwerdeyê de waneyên rêbazên vekirina mayinan wê bên dayîn.
Di merasîma vekirina her du perwerdeyan de şervan û fermandarên ku wê tev li perwerdeyê bibin li qada Akademiya Şehîd Ezîz Ereb li hev kom bûn û bi dehan şervan û mêvan jî amade bûn…ANHA






