Şaredariya Gel a Reqayê dest bi sererastkirina xetên kanalîzasyona bajêr ku ji ber şerên li herêmê zirar dîtiye, kir.
Komîteya Xizmetguzariyê ya bajarê Reqayê bi hevkariya rêxistina BIOMANT dest bi xebatên sererastkirina xetên kanalîzasyona taxên bajêr kir.
Piştî şaredariyê xebatên sererastkirina xeta kanalîzasyonê ya sereke ya kolana El-Mensûra li ber mûzeyê bi dawî kir, dest bi sererastkirina xetên kanalîzasyona taxa El-Mişlib li ber navenda bijîşkên bê sînor kir.
Dirêjahiya xeta kanalîzasyona taxa El-Mişlib hezar û 550 m ye û firehiya boriyên xetê 40-50 mm ne.
Hevserokê Şaredariya Gel a Reqayê Ehmed Ibrahîm diyar kir ku şaredarî bi koordîneya komîteya ji nûveavakirinê dê xebatên sererastkirinê bidomîne…ANHA






