Friday, July 24, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Li Efrînê 20 çete hatin kuştin

28/06/2018
in Uncategorized
A A
Li Efrînê 20 çete hatin kuştin
Share on FacebookShare on Twitter

Li navenda Efrînê leşker û çeteyên dagirker derbên giran dixwin û her roj windahiyan didin. Li navenda Efrînê li nuqteyên çeteyan sê teqînên dijwar rû dan. Hat ragihandin ku di van teqînan de herî kêm 20 dagirker hatine kuştin û gelek ji wan jî birîndar bûne. Piştî teqînan hat gotin ku dagirker di nava Efrînê de seferbûne û hemû riyên bajar girtine.

Li navenda Efrînê ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin, li nuqteyeke çeteyan 2 teqînên dijwar rû dan. Teqînek jî li nêzî Nexweşxaneya Dersimê bû. Tê gotin ku ji ber teqînê gelek kes mirine û birîndar bûne.
Li gorî agahiyên ku çavkaniyekî li nava bajêr ragihand, teqîn roja Çarşemê saet 12:35’an rû dan. Çavkaniyekî bi navê H.A. ragihand ku herdu teqîn li nuqteyeke çeteyên eniya El Şamiye rû dane ku li nêzî çerxerêya Kawayê Hesinkar ê li navenda bajêr e.
Tê gotin ku teqîn bi wesayitên bombebarkirî hatine kirin û gelek kes mirine û birîndar bûne. Lê belê li ser mijarê agahiyeke berfireh bi dest neket. Hin çavkanî dibêjin, teqînan rê li ber xisareke mezin a madî jî vekirine.
Demeke kin piştî herdu teqînan, vê carê li kolana Feylakê dengê teqînê hat. Ji ber teqîna li nêzî Nexweşxaneya Dersimê, herî kêm 20 çete mirin.
Dagirker niha li Efrînê seferber bûne û hemû rêyên bajêr girtine.
Nayê zanîn bê teqîn ji aliyê kê ve hatiye kirin.
Dewleta Tirk tevî çeteyên xwe bi rêk û pêk li herêmê sûcên şer dike. Hêzên Tirk roja 20’ê Çileyê dest bi êrîşên dagirkeriyê kirin. 18’ê Adarê jî tevlî çeteyên xwe ketin nava navenda bajêr. Ji dema destpêkirina êrîşên dagirkeriyê û vir ve bi sedan sivîl hatin kuştin, bi sedan kes jî hatin revandin. Her wiha mal û milkên Kurdan hatin talankirin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin
JIN

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin

24/07/2026
Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.