Rojnameya Ronahî

“Ziman bingeha her tiştiye”

Dilîn EHMED/Qamişlo

Ji ber zimanê kurdî zimanekî bi hezarê sala bindesthîştî maye, derfetên pêşxistina saziyên wê yên neteweyî bêpar maye. Ev yek jî bû sedem ku ziman kurdî têra xwe neyê lêkolîn û dewlemendkirin. Lê Piştî şoreşa Rojava bi saya xwîna şehîdan û berxwedana gel, zimanê kurdî ji qonaxa qirkirinê kete qonaxa pêşxistinê.  

Tevî ku alfabeya kurdî ya latînî dereng hat amadekirin û di gelek qonaxên dîrokê re derbas bû jî, lê karî di serdema nûjen de xwe bidomîne û wêjeyeke dewlemend diyarî cîhanê bike. Gelê Kurd ji bo derxistina alfabeyeke taybet dereng ma, lê ti kes nikare vê reseniyê înkar bike û bêje; ev gel bê xwedîdîrok û zimanekî hevpar ma ye. Piştî şoreşa Rojava, gava yekê ku gelê herêmê avêtî karûbarê pêşxistina ziman bû. Lewra civak bi zimanê xwe tê naskirin û çand û hunera civakê bi zimanê dayîkê tê parastin.

ÇIMA ZIMANÊ KURDÎ 15 GULANÊ TÊ PÎROZ KIRIN?

Ji ber 15`ê Gulana 1932`an li Şamê jimara yekê ya kovara Hawarê bi alfabeya latînî derket,   Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) sala 2006`an pejirand ku 15`ê Gulanê bibe `Roja Zimanê Kurdî`.  Ji ber vê yekê Gelê Kurd her sal vê rojê bi çalakiyên cûda pêşwazî û pîroz dike.

Mîr Celadet Bedirxan di navbera salên 1925-1930`î de, Celadet li Sûriyê bi zimanê kurdî yê ji başûrê Kurdistanê Mustafa Wehbî re rûnişt, da ku kêmasiyên di alfabeyên kurmancî û soranî de nîqaş bikin û alfabeyeke hevbeş ya van her du zaravayan derxin. Lê belê xebatên wan yên hevbeş bi berhem nebûn û Wehbî vegeriya Iraqê. Sala 1932`an Mîr Celadet kovara Hawar bi tîpên latînî nivîsand û derxist. Herwiha di kovarê de waneyên fêrkirina tîpan û rêzimana kurdî dihatin belavkirin.

“YÊ LI ZIMAN Û NETEWA XWE XWEDÎ DERNEKEVE, XWE WENDA DIKE”

Derbarê mijarê de berdevkê rêveberiya dibistanên bajarê Qamişlo Rêzan Hemo li ser pêşxistina ziman ya piştî şoreşa Rojava ji me re wiha axivî: “Çiqas em behsa ziman bikin, emê nikaribin nirxê wê pênase bikin. Lewra ziman hebûn û tunebûna gele. Her civakek xwedî dîrok û zimanekî teybete. Ew civak jî, bi zimanê xwe tê naskirin û dîroka xwe jî bi zimanê dayîkê diparêze û pêşdixe. Bê guman gelê Kurd jî xwedî dîrokeke kevnar e. Berî şoreşa Rojava zimanê me hatibû bişaftin. Ji ber rejîma bais ti kesî nikarî helbestekê binîvîse, yan jî li deverên fermî mîna dibistanan, bi kurdî biaxivin. Piştî şoreşê ji bo ku gel bi çanda xwe netewa xwe îfade bike, divê destpêkê zimanê xwe pêşbixîne. Ji ber ku ziman bingeha her tiştiye. Li ser vê bingehê me dest bi perwerdeya xwendekaran bi zimanê kurdî kir.”

Rêzan Hemo di dawiya axaftina xwe de wiha got; “Ji bo ku careke din zimanê me neyê wendakirin, divê em bi hemû hêza xwe li zimanê xwe yê dayîkê xwedî derkevin. Çimkî wê zimanê me, çand û hunera me jî bi xwe re pêşbixe. Çi mirovê li çand û netewa xwe xwedî dernekeve, xwe wenda dike. Di dawê de dibêjim ka çawa mamosteyan li hember rejîmê li ber xwe dan û ji bo pêşeroja zarokên civaka xwe zehmetî kişandin, hêviya me ji gel ewe ku li keda mamosteyan xwedî derkevin.”