Rojnameya Ronahî

“Zimanê me hebûna me ye”

Navenda Nûçeyan/Qamişlo

Endamê Komîteya Saziya Zimanê Kurdî Ferhad Mûsa diyar kir ku, bi damezirandina Rêveberiya Xweser li seranserî bakur û rojhilatê Sûrî zimanê Kurdî pir pêş ket.  

Yekemîn hejmara kovara Hawar di 15ê gulana 1932an de derket. Cîhê xebat û weşana kovarê li Şam’ê bû. Di dîroka kurdan de, yekem car zimanê kurdî di kovara Hawar de bi tîpên latînî hatiye nivîsandin. ji ber vê yekê jî cihekî taybet ê kovarê di pêşveçûn û avakirina zimanê kurdî yê nivîskî de heye. Lewra ev roj sala 2006an di Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) de ‘roja jimanê kurdî’ hat pejirandin. Piştî wê biryarê her sal 15ê Gulana ji aliyê gelê kurd vet ê pîrozkirin. Lê ji ber ku di cîhanê ji alîyê dewletên navnetewî de, gelê kurd wek netewekî bi fermî ne hatiye qebûlkirin, her tim zext li ser zimanê kurdî jî çêbû ye û axiftina vî zimanî jî, ji alîyê dagirkerên li ser axa Kurdistanê wek sûç hatîye dest girtin. Rejîma Sûrî jî yek ji van bû.

“ZÊDAYÎ 100 DESTGEHÊN RAGIHANDINÊ ÎRO  WEŞANA XWE BI KURDÎ DIKIN”

Têkildarî mijarê Ferhad Mûsa destnîşan kir ku bi salan gelê kurd ji mafê zimanê xwe yê dayîkê axiftinê de bê par maye. Herwiha teqez kir ku eger zimanê gelekî qedexe be, jiyana wî gelî bê watê dibe û wiha berdewamî da axiftina xwe:”ji ber êrişên rejîma beas, me ne dikarî bi zimanê xwe tine baxivin jî. Rêjîma Beis ev yek bi hostetî dikir. Êdî zimanê kurdî dihat ji bîrkirin û jiyana me bê wate dibû. Lê piştî damezirandina Rêveberiya Xweser li seranserî bakur û rojhilatê Sûrî zimanê Kurdî pir pêş ket. Ziman li ser sê stûna pêş dikeve. Yek perwerde ye niha li bakur û rojhilatê Sûrî zêdeyî 300 hezar xwendakar hene. Ev gaveke pir mezin û dîrokî ye. Heta em gihaştin vê astê me pir zehmetî kişandin. Ya duduyan Raghandine, zêdeyî 100 destgehên ragihandinê îro  weşana xwe bi Kurdî dikin. Herwihale li kêleka wan navendên wergerê û weşanxana jî kar dikin. Her çiqasî kêmahî hebin jî, lê bi kedek mezin pêşkeftinin berçav hene.

“JI BO PARASTINA ZIMAN, JIN XWEDÎ ROLEKE DÎROKÎ BÛ”

Ferhad Mûsa axaftina xwe wiha domand: “Di pêvajoyê 11 salan de me gelek zehmetî kişandin. Çimkî civaka me bi sed salane ji cewherê xwe dûr ketiye. Ji bo wê pêşxistina civakek wiha cewisandî pir zor e. Ev yek di her qada jiyanê de hatiye jiyîn. Herwiha di destpêkê de peydanekirina mamûsteyên kurdî ku kar bikin pir dem ji me bir. Ev yek jî derbas bû û me bi hezaran kadroyên xwe pêş xistin. Me  peymangeh û zanîngehên xwe jî dan avakirin. Çimkî zimanê me hebûna me ye. ”

Ferhad Mûsa di parastina zimanê kurdî de bal kişand ser rola jinê û got: ” Parastina zimanê dayîkê erkê me tevan e. Lê ji bo parastina ziman, jin xwedî roleke dîrokî bû. Di riya lorik, stiran û çîrokan de hem dîrok, hem jî ziman û çanda xwe parast. Ji 2011an ve jin çawa bi awayek aktîf tevlî her karê şoreşê bû, herwiha fedekariya wê ji bo pêşxistina ziman jî di asta herî jor de çê bû.

Ferhat Musa bang li gelê kurd kir ku li zimanê xwe xwedî derkevin û gotinên xwe wiha bi dawî kirin: “Projeyên me weke SZKê di dema pêş de, Yek avakirina têkiliyan bi tevayiya saziyên (li welat û derveyî welat) bi ziman re eleqedar. Dudu çareseriya pirsgirik û arîşeyên ziman bi rêya derxistina pirtûkên giramêr û raste nivîsê. Sisê birhevkirina zargotin û weşandina berhemên kevin yên Kurdî, tevî destxetên nîvîskarên heyi. Ziman ji bo me Kurdan  riya rizgarî û serkeftinê ye. Çawa ku 21ê  Adarê vejîna gela ye, 15ê Gulanê roja vejîn Kurda ye. Ez vê rojê li tevayiya gelê xwe pîroz dikim û dibêjim li zimanê xwe xwedî derkevin.”