Friday, July 24, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

YE’ê daxwaza Tirkiyê red kir

28/06/2018
in Uncategorized
A A
YE’ê daxwaza Tirkiyê red kir
Share on FacebookShare on Twitter

Yekîtiya Ewropa (YE), daxwaza Tirkiyê ya ku yekîtiya gumrikê fireh bike qebûl nekir û daxwaza Tirkiye red kir. YE diyar kir ku Tirkiye ji nirx û pîvanên YE’ê dûr dikeve û edalet, azadiya îfade û çapemeniyê mînak nîşan da.
Yekîtiya Ewropa (YE) daxwaza Tirkiyê ya ku sînorê Yekîtiya Gumrikê fireh bike red kir. Li gorî nûçeya Deutsche Welle ya tirkî civîna Şeva Sêşemê ya Konseya Karên Giştî ku bi tevlêbûna Wezîrên Karên Derve û Wezîrên YE li Luksemburgê pêk hat, daxwaza Tirkiye ku sînorên Yekîtiya Gumrikê bê firehkirin hat redkirin. YE’yê di sedema redkirinê de diyar kir ku azadiya raman û îfadeyê û azadiya çapemeniye hatiye îhlalkirin û edalet hatiye sînorkirin.
Seroka Almanya Angela Merkel çend meh berê daxuyanî dabû û diyar kiribû ku ne pêkan e ku sînorê yekîtiya gumrikê li Tirkiye bê firehkirin û ne pêkan e Tirkiye têkeve YE’ê.
BILA BI DAWÎ BIBE
Di civînê de Avusturya xwest têkiliyên di navbera Tirkiyeyê û YE’ê de bi awayekî fermî bi dawî bibe. Pêvajoya Tirkiye ya bi YE’ê re di sala 2005’an de bi awayekî fermî dest pê kiribû. Piştî 15’ê Tîrmeha 2016’an de li Tirkiye hewldana darbeya leşkerî pêş ket di navbera Tirkiye û YE re rageşî pêş ketibû. Krîza di navbera YE û Tirkiyeyê de hêj berdewam dike.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin
JIN

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin

24/07/2026
Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.