Friday, July 24, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Em ê Efrînê ji dagirkeran rizgar bikin

28/06/2018
in Uncategorized
A A
Em ê Efrînê  ji dagirkeran rizgar bikin
Share on FacebookShare on Twitter

Piştî ku Konferansa Rizgarkirina Efrînê hat lidarxistin û seferberiya giştî hat ragihandin, delegeyên konferansê li ser encamên konferansê civînan ji gelê Efrînê yê li Şehbayê re lidardixin. Di civînan de encam û biryarên konferansê tên nirxandin. Welatiyên Efrînê jî diyar kirin ku ew amade ne tevlî serferberiyê bibin û Efrînê rizgar bikin.

Civînên ku delegeyên Konferansa Rizgarkirina Efrînê ji gel re lidar dixin didomin û gelê Efrînê di civînan de anîn ziman ku ew ê ji bo rizgarkirina Efrînê têbikoşin.
Li navçeya Ehrez, Fafîn, Til-Qerah, Ehdas û Kefer Naya yên kantona Şehba civîn ji aliyê delegeyên Konferansa Rizgarkirina Efrînê ve hatin lidarxistin û bi sedan şêniyên kantona Efrînê ku li Şehba dimînin, tevlî civînan bûn.
Di civînê de encamnameya Konferansa Rizgarkirina Efrînê hat xwendin. Her wiha delegeyan mijarên di konferansê de nirxandin û bi gel re parve kirin. Di veguheztina encama konferansê ji gel re Rêveberiyan anîn ziman ku wan di konferansê de xebatên xwe yên Efrînê nirxandine û rexnedayîna xwe dane.
Di civînan de delegeyan balkişandin ser berxwedaniya 58 rojan a Efrînê û anîn ziman ku divê gelên Sûriyê û bi taybet gelê Efrînê ji bo rizgarkirina Efrînê têkevin seferberiyê û xwe li ser wî bingehî birêxistin bikin.
Her wiha di civînan de hat ziman ku gelê Efrînê li kantona Şehba li ber xwe dide, xwe birêxistin kir û niha xwe li gorî şert û mercên şer perwerde dike, xebatên xwe yên dîplomasî hîn xurtir kirine û dixebitin ku Efrîn ji dagirkeriya Tirkiyê rizgar bikin.
Gelê Efrînê jî di van civînan de anîn ziman ku ruhê Berxwedaniya Serdemê her diçe geştir dibe û ew amade ne ku tevlî serferberiyê bibin û Efrînê ji dagirkeriya Tirkiyê rizgar bikin…ANHA

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin
JIN

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin

24/07/2026
Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.