Akademiya Şehîd Xalid Ilêwî di çarçoveya çalakiyên Akademiyên Civaka Demokratîk ên li tevahiya Bakurê Sûriyê de, dewreya 5’an a amadekariya xebatkar û rêveberên herêma Tebqayê vekir.
Akademiya Şehîd Xalid Ilêwî bi navê Dewreya Şehîd Ebdullah El-Mixlac bi beşdariya 27 endaman dewreyek da destpêkirin.
Dewre bi merasîmekê hate vekirin. Ibrehîm El-Mixlac, birayê Şehîd Ebulah El-Mixlac ku dewre bi navê wî hate vekirin, axivî û bal kişand ser têkoşîna birayê xwe ya di nav Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê de.
Di berdewama merasîmê de endamê Desteya Siyasî ya MSD’ê Hesen Mihemed Elî axivî û rewşa siyasî û leşkerî ya herêmê nirxand. Mihemed her wiha bal kişand ser girîngiya rola meclisan di birêxistinkirina civakê de.
Piştî axaftinan dewreyê bi awayekî fermî dest pê kir. Dewre wê mehekê dewam bike…ANHA






