Çalakiya li bajarê Fransa Strasbourgê ya ji bo azadiya rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan berdewam dike. Parlementerê berê yê HDP’ê Ertûgrûl Kurkçu, parlementerê YNK’ê Salar Mehmûd, parlementerê Goran Şêrko Emîn piştgirî dan çalakiyê. Hevserokê Kongra-Gel Remzî Kartal di çalakiyê de axivî û diyar kir ku heta Azadiya Ocalan wê ev çalakî berdewam bikin.
Çalakiya destekê ya nûnerên saziyên Kurdan ên li Ewropayê yên ji bo çalakiya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didome.
Pêkhateyên KCDK-E, Yekitiya Sûryaniyên Ewropayê (ESU), Partiya Sosyalîst a ji nû ve Damazirînê (SKYP), YNK û Tevgera Goran destek da çalakiyê.
Roja sêyan a çalakiyê parlamenterê berê yê HDP’ê Ertugrul Kurkçu û beşdarên meşa ji Ocalan re azadî, hatin qada Nobeta Ji Ocalan re azadî. Ji parlamentoya Başûrê Kurdistanê, wekîlê YNK’ê Salar Mehmûd û wekîlê Goran Şêrko Emîn jî li çalakiyê amade bûn.
Hevserokê Kongra-Gel Remzî Kartal li ser çalakiyê axivî, bi bîr xist ku çalakiya ji bo azadiya Ocalan ev 6 sal in didime, diyar kir kul il çar parçeyên Kurdistanê Kurd bi hişmendiya ku wê bê Ocalan jiyan nebe azadiya Ocalan dixwazin û got niha, bi vê çarçoweyê nûnerên saziyên Kurd çalakiyê dikin.
Hevserokê KCDK-E’yê Yuksel Koç bi daxuyaniyekê malavayî li Ertugrul Kurkçu, paralmenterên Başûrî kir û got Kurd azadiya Ocalan dixwazin, heta ku Ocalan azad bibe ev çalakî wê bidome.
Koç diyar kir Ocalan azadiya gelê Kurd, gelên Rojhilata Navîn û hemû baweriyan e.
Dostekî Kurdan ku di çalakiyê de amade bû, bal kişande ser projeya civaka demokratîk a Ocalan û giringiya çalakiya li ber Konseya Ewropayê destnîşan kir. Çalakvanê Elman bang li hemû gelan kir ku tevlî çalakiya ji bo azadiya Ocalan bibin û bi dirûşma, ‘’Bê Ocalan jiyan nabe’’ axaftina xwe qedand.






