Friday, July 24, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Vegerî Efrînê lê poşman bû

28/06/2018
in Uncategorized
A A
Vegerî Efrînê lê poşman bû
Share on FacebookShare on Twitter

Şêniyên Efrînê yên koçî Tirkiyê kirine, ji aliyê dezgehên çapemeniyê û artêşa tirk ve tên xapandin. Tê gotin ku Efrîn arame lê belê piştî welatî vedigerin rastî girtin û îşkenceyan tên.
Welatiyê bi navê Fayîk Îbrahîm ji navçeya Cindirêsê ye. Ragihandin û çapemeniya tirkan ew xapand û hişt ku piştî 5 salan vegere Efrînê û serdana xizmên xwe bike. Lê ew ji aliyê dagirkeran ve hate girtin û rastî îşkenceyan hat.
Îbrahîm mîna hemû welatiyên ku li wê derê kar bikin berê xwe da Tirkiyê. Demeke dirêj li Tirkiyê xebitî. Ji ber şer, pevçûn û girtinên ku li ser sînorê Efrînê û bakurê Kurdistanê çêdibûn nikaribû vegere Efrînê.
Piştî ku artêşa tirk a dagirker di 18`ê Adarê de Efrîn dagir kir, dezgehên çapemeiya tirkan dest bi derewan kir û got ku Efrîn ewle ye û rewşa wê aram e. Gelek şêniyên Efrînê bi vê yekê hatin xapandin. Berê xwe dan Efrînê û ji aliyê artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatin revandin û êşkence li wan hatin kirin.
Îbrahîm çîroka xwe ya 15 rojan vegot û diyar kir ku ji Tirkiyê berê xwe da deriyê Bab El-Selam yê li herêma Ezazê û ev tişt anî ziman: “Dema ku ez gihiştim Efrînê çeteyan çenteyên min ji min girtin. Tenê cilê min tê de bûn. Ez çûm mala yek ji xizmên xwe. Du roj paşde ez ji aliyê çeteyan ve hatim revandin. Ez 4 rojan di girtîgehê de mam. Min nizanîbû ez li ku derê me. Gelek girtiyên din ên kurd di girtîgehê de hebûn. Em dihatin îşkencekirin.”
Îbrahîm destnîşan kir ku piştî lêkolînan çeteyan hezar û 200 dolar jê xwest da ku wî serbest berdin û wiha dewam kir: “Pereyê ku jin min dixwestin min da çeteyan. Bi hincetên şaş sivîlan digirin da ku li beranberî girtina wan pereyan jê bistînin.”
Piştî ku Îbrahîm pere da çeteyan, nikarîbû bigihîje cihê jidayikbûna xwe li navçeya Cindirêsê ya ku 20 km dûrî navenda bajarê Efrînê ye. Îbrahîm ev tişt got: “Efrîn bûye cihê metirsiyê. Artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê pereyan ji xwediyên dikanan distînin. Her wiha zeviyên cotkaran talan dikin.”
Îbrahîm da zanîn ku artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê bi cureyên cuda tevliheviyê di navbera Kurd û Ereban de derdixin û wiha got: “Rojekê min berê xwe da firinê da ku ez nan bikirim. Piştî ku nanpêj nas kir ku ez kurd im, ji min re got ku biçe sûkê nan bigire û nan neda min.”
Fayîk destnîşan kir ku ew nikaribû li Efrînê razaba û diyar kir ku heger tu bixwaze razê pêwîst e kesek parastina te bike, ji ber ku artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê bê sedem digirin ser malên welatiyan, her wiha bi şev gule bê ser û ber tên avêtin da ku metirsiyê di nava şêniyan de çêkin.”
Îbrahîm piştî ku ji aliyê çeteyan ve hate îşkencekirin, biryar da ku ji Efrînê derkeve û wiha got: “Ji bo ku ez ji Efrînê derkevim min 800 dolar dan çeteyan. Ez li gundê Kîmarê yê girêdayî navçeya Şêrawa hiştim. Paşê ez meşiyam û gihaştim gundekî din ê navçeya Şêrawa.”
Îbrahîm niha li navçeya Fafîn a girêdayî kantona Şehbayê dimîne û bang li hemû şêniyên derveyî Efrînê kir ku li Efrînê venegerin ji ber ku rewşa wê ne baş e û wekî ku dagirkerên Tirkiyê di ragihandina xwe de dibêjin ewlehî û aramî lê tune ye…ANHA

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin
JIN

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin

24/07/2026
Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.