Friday, July 24, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Ji bo Yekîtiya Neteweyî deriyên nû vebû

28/06/2018
in Uncategorized
A A
Ji bo Yekîtiya Neteweyî  deriyên nû vebû
Share on FacebookShare on Twitter

Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Îmam Taşçier diyar kir ku di hilbijartina 24’ê Hezîranê de îtîfaqa di navbera kurdan de pêk hatiye û ji bo Yekîtiya Neteweyî ya Kurd pêk were deriyek nû vebûye.
Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê yê Amedê Îmam Taşçier ku ji nû ve bû parlamenterê HDP’ê encama hilbijartinê û pêkhatina Yekîtiya Neteweyî ya Kurd nirxand. Taşçier da zanîn ku li gorî encamên hilbijartinê AKP’ê di astek micid de dengê wê ketine û got: “Mirov dikare bêje ku AKP têk çûye. Di bin siya OHAL’ê de hilbijartin pêk hat. Hevalên me xebata hilbijartinê birêve dibirin hatin binçavkirin û girtin. Di bin siya faşîzmê û qeyûmên li ser şaredariyan de em çûn hilbijartinê. Tevî ewqas hemû şertên zehmet xebata HDP’ê birêve bir bi hêz bû.”
DERIYÊ NÛ VEBÛ
Taşçier destnîşan kir ku her çiqas di navbera partiyên kurd de îtîfaq pêk nehatibe jî di navbera kurdan de îtîfaq pêk hatiye û wiha dewam kir: “Ev yek jî xwe di encamên hilbijartinê de dide nîşandan. Yekîtiya netewî bi partiyan sînor nîne. Yekîtî girêdayî hevgirtina gel e. Heke yekîtiya neteweyî ya kurd pêk were, dê gavên ber bi azadiyê ve bên avêtin. Em bi hemû dînamîkên civakê re hatin gel hev û me xebat birêve bir. Ev 40 sal e siyaseta kurd di navbera xwe de parçe bûye û nayê cem hev. Lê îro ji bo Yekîtiya Neteweyî ya Kurd pêk were, deriyên nû vebûn. Divê ji îro pê ve em gavên xûrt biavêjin.”
Taşçier diyar kir ku piştevaniya partiyên kurd a ji bo HDP’ê di warê Yekîtiya Neteweyî ya Kurd de gavek pêşketî bû û wê HDP ji bo pêkanîna Yekîtiya Neteweyî ya Kurd xebatên xwe dewam bike.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin
JIN

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin

24/07/2026
Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.