Friday, July 24, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Armanc dagirkirina tevahiya Başûr e

28/06/2018
in Uncategorized
A A
Armanc dagirkirina tevahiya Başûr e
Share on FacebookShare on Twitter

Berpirsê Komîteya pêşmergeyên Dêrîn beşê girtiyên siyasî yê YNK’ê Mam Hejar diyar kir ku armanca dewleta Tirk dagirkirina tevahî Başûre û got; “Ji ber berjewendiyên hizbî kongreya netewî pêk nayê.”
Berpirsê Komîteya pêşmergeyên Dêrîn beşê girtiyên siyasî yê YNK’ê Mam Hejar derbarê dagirkeriya dewleta Tirk û êrîşên li ser xaka Başûrê Kurdistanê da zanîn ku dewleta Tirk bi hincetên cûda êrîşê Başûrê Kurdistanê dike.
Mam Hejar daxuyakirin ku dewletên dagirkerên Kurdistanê naxwazin ti carê Kurd bigehin azadiya xwe û serbixwe bijîn.
Mam Hejar bal kişande ser bêtifaqiya aliyên Başûrê Kurdistanê li dijî dagirkeriyê û wiha dewam kir; “Her cara mijar dijbertiya Kurdan be, Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriye dibin yek. Lê li hemberî dagirkeriyê Kurd nabin tifaq. Li Başûrê Kurdistanê dijî dagirkeriya heyî tifaqek nîne. Ji ber berjewendiyên hizbî yên li gel dagirkeran, rê nade em eniyek netewî ava bikin.”Mam Hejar bal kişande ser giringiya lidar xistina kongreya netewî û got; “Ji ber berjewendiyên hizbî kongreya netewî nayê lidarxistin. Dewleta Tirk jî bi hinceta PKK’ê êrîşê Başûr dike. Gelo li Herîr, Rewanduz, Başîqa û Şengalê PKK heye? Na. Lê berjewendiyên hinek aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê li gel dewleta Tirk rê dide vê. Hebûna 27 baregehên leşkerê Tirk li ser xaka Başûr, bi armanca dagirkeriyê ye.”
Di dawiyê de Mam Hejar daxwaz ji parlamentoya Iraqê û Başûrê Kurdistanê kir ku daxwaza derketina baregehên leşkerên Tirk ji Başûr bikin û got; “Divê gelê Kurd ji bo bighije azadî û serxwebûna xwe, yekîtiya xwe çêbike.”…ROJNEWS

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin
JIN

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin

24/07/2026
Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.