Friday, July 24, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Em ê li dijî dagirkeriyê bisekinin

28/06/2018
in Uncategorized
A A
Em ê li dijî dagirkeriyê bisekinin
Share on FacebookShare on Twitter

Dewleta Tirk a ku bi salan e di bin navê PKK’ê de êrîşî xaka Başûrê Kurdistanê dike. Heta niha di encama êrîşan de bi dehan welatiyên başûr şehîd bûne. Welatiyên başûr diyar kirin ku li dijî êrîşan ew ê cih û warê xwe neterikînin û bang li hêzên Kurd kirin ku li dijî êrîşên dagirkeriyê bibin yek.”

Gelê Başûrê Kurdistanê destnîşan dike ku armanca dewleta Tirk qirkirina Kurdan e û dibêje, “Berdêla xwe canê me jî be em ê cih û warê xwe biparêzin.”
Dewleta Tirk a ku bi salan e di bin navê PKK’ê de êrîşî xaka Başûrê Kurdistanê dike. Heta niha di encama êrîşan de bi dehan welatiyên başûr şehîd bûne. Welatiyên başûr diyar kirin ku li dijî êrîşan ew ê cih û warê xwe neterikînin.
SIVÎL TÊN KUŞTIN
Rêbiwar Ehmed Birahîm: “Em bi hemû şêweyî li dijî êrîşên dewletên dagiker in. Ev der cih û warê me ne. Em ê bi ti şêweyî rê nedin dagirkeriyê. Ne cara yekê ye ku dewleta Tirk êrîşê dibe ser gundê me. Dixwazin gelê herêmê bitirsînin û ji warên wan bidin revandin. Qendîl ne cihekî ji rêzê ye û wê ti carî kesek nikaribe dagir bike.”
EM Ê TÊBIKOŞIN
Dêhat Sedredîn: “Em jî weke şêniyên gundê Mawnayê helwesta dewleta Tirk a dagirker şermezar dikin û dibêjin, encax bi yekîtiyeke xurt em dikarin pêşî li armancên dagirkeran bigirin. Peyama me ji bo dezgehên mafên mirovan ew e ku faşîzma dewleta Tirkiyê bibînin û li dijî wê xwedî helwest bin. Çi jî dibe bila bibe em dest ji cih û warê xwe bernadin, em ê li dijî êrîşan têbikoşin.”
QENDÎL MALA ME YE
Rêbûwar Emîn: “Ciwanên Qendîlê wê ti carî rê nedin dagirkeriyê. Qendîl mala me ye û em weke ciwanên Qendîlê amade ne mîna çavên xwe li Qendîlê binêrin. Eger di berdêla wê de em canê xwe jî bidin em amade ne biparêzin. Eger dewleta Tirk bixwaze Qendîlê dagir bike em ê bersiva pêwîst bidinê.”
DIVÊ HELWEST YEK BE
Feysel Xelatê: “Ev polîtîkaya dewleta Tirk ne nû ye, her tim bi gotin û êrîşan gefa dagirkirina Qendîlê dixwin. Ev gef ji bo ku gel cih û warê xwe biterikîne, tên xwarin. Dewleta Tirk tim derewan dike. Divê li dijî dagirkeriyê helwesta hemû aliyên siyasî yek be.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin
JIN

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin

24/07/2026
Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.