Rojnameya Ronahî

Wêjevan Merwan Berekat:“Divê Wêjevan Gav Bi Gav Li Rex Şoreşa Gelê Xwe Be”

Idrîs Henan

Nivîskar, helbestvan û romannûsê Çiyayê Kurmênc Merwan Berekat yek ji kesayetên navdar li Efrîn û Kurdistanê ye. Berekat sala 1964’an li gundê Saxonakê yê girêdayî navçeya Şêrawa ji dayîk bûye. Dibistana seretayî li gund xwendiye û piştre li Helebê temam kiriye. Li Efrînê karê mamostetiyê dike. Lê ji ber meylên wî yên rewşenbîriyê û keda wî ya di fêrkirina zimanê zikmakî de, ji kar têye rawestandin.

LÊGERÎNA LI RASTIYA DÎROKÎ..

Li kêleka helbest, roman û zimên jî, Berekat li dijî şaşnivîsandina dîroka Efrînê helwest digire û bi salan lêkolîneke dîrokî li ser Efrînê çêdike. Ew keda wî jî bi cîlda Efrîn Ebra El’isûr tacîdar dibe. Berekat di wê pirtûka xwe de perdeya zir û derewan bi rastiyên dîrokî diçirîne û nasnameya resen a Efrînê li ser zarê şopînerekî rastiyê, weke belge pêşkêşî cîhanê dike. Di vê derbarê de Berekat ji rojnameya Ronahî re axivî û got: “Ez ne dîroknas im. Lê dema min pirtûkên di derbarê Lêlûnê de dixwendin, min didît ku hemû jî şopewarên wê vedigerînin serdema xaçperestan. Encamnameyên lêkolînên li ser cihên dîrokî dihatin kirin jî kêm diman û dîroka Efrînê li şûna Mîtaniyan, bi Asûr, Suryan û miletên dîtir ve girêdidan. Vê yekê bala min kişand û ez tûşî lêgerîna li rastiyê kirim”.

ZÊDETIRÎ 40 BERHEMÊN BI KURDÎ Û EREBÎ..

Berekat di pêvajoya têkoşîna xwe ya çandî û rewşenbîrî de, beşdarî gelek şevbuhêrk, semîner, festîval û formên çandî bûye. Bi peyiv û pênûsa xwe, ta roja îro, zêdetirî 40 berhemên bi herdu zimanên Kurdî û Erebî nivîsandine. Berekat îşaret bi şêweyê xwe yê nivîsandinê kir û wiha got: “Aliyê wêje ve, pênûsa min bêtir ber bi bexşaneya hunerî ve diçe. Helbestên min bi şêweyekî taybet ên serbixwe ne. Wisan romanan jî dinivîsim”.

NIVÎSANDIN BERPIRSIYARIYEK MEZIN E

Berekat xwendinê dişibîne barana pak û nivîsandinê jî weke kaniyek zelal a herikî pênase dike û bi vê mînakê hizra xwe vegot: “Mejiyê mirovan fena çiyayekî bilind rût e. Eger tu bixwazî buharek lê çêbe, divê baranek lê bibare. Ji bo derkirina kaniyan jî pêwîstî bi baraneke zêde heye. Ta ku ava wan kaniyan jî were vexwarin, pêwîste ewra ku baran jê dibare paqij be”.

Girêdayî heman mijarê Berekat girîng dibîne ku berî nivîsandinê pêwîste mirov kultur, dîrok, ziman û hunera civakê baş nas bike û hunera nivîsandinê weke “Berpirsiyariya mezin” pênase dike.

PÊŞKETINA ZIMAN RASTIYEK E

Berekatê ku li ser Abeya Mîr Celadet û Osman Sebrî fêrî zimên bûye û ji salên 90’î ve xwedî kedek berbiçav ê fêrkirina bi zimanê dayîkê ye, asta fêrkirin û fêrbûna bi zimanê Kurdî jî nirxand û ev tişt anî ziman: “Piştî lidarketina Şoreşa Rojava û avakirina Rêveberiya Xweser, zimanê Kurdî dibe zimanê fêrkirinê û digihe astek bilind. Ev jî rastiyeke ku gelek kes naxwazin bibînin. Îro jî civaka me xwedî berhem e. Vê pêngavê jî bandorek bingehîn li pêvajoya pêşketina çandî kiriye”.

WÊJEVAN BI XWE DIÊŞE, DIQÎRE Û HESTEWAR DIBE!

Merwan Berekat di nav gotinên xwe de behsa astengiyên li pêşberî wêje û wêjevanan kir û rexneyên xwe bi vî rengî rêz kirin: “Wêjevanê Kurd di jiyana xwe de sêwîtiyekê dijî. Çiqas berhemên wî hene ronahî ne didîtin û kesek lê xwedî dernediket. Li kêleka pirsgirêka aborî, astengiya hê mezintir ew e ku berhemên me hebsiyê zimanê pê hatiye nivîsandin dimînin. Ango wêjevanê me bi xwe diêşe, diqîre û hestewar dibe. Ji bo wergera wêjeya Kurdî jî, ji bilî hinek insiyatîfên kesayetî, ti navendek profesyonal ku karibe wêjeya Kurdî bi cîhanê bide nasîn çênebûye. Ev jî mijarekî rexnê ye. Lê dîsa jî biryara Rêveberiya Xweser a xwedîderketina li berhemên wêjevanan nemaze weşanxana Şilêr, gavek baş û hêja ye”.

WÊJE MALA GEL E

Girêdayî rewşa parçebûyî ya siyaseta Kurd û bandora wê li ser xeta wêjeyî Berekat da zanîn: “Wêjeya ji bo partiyan bê nivîsandin ne wêje û ne wêjevan e. Wêja mala gel e. Divê wêjevanê rasteqîn gav bi gav li rex şoreşa gelê xwe be”.

BI SEDAN BERHEM TÊRA RAVEKIRINA REWŞA EFRÎNÊ NAKIN

Wêjevan Merwan Berekat di axaftina xwe ya bi rojnameya Ronahî re behsa bandora ku dagirkirina Efrînê lê çêkiriye û wiha dewam kir: “Destpêk erka zimanzana ye ku navekî ji navê dagirkirinê bêtir û girantir li rewşa Efrînê bikin. Dagirkirina Efrînê hewldana tunekirina Kurda ye. Bi sedan berhem jî têra ravekirina rewşa Efrînê nakin. Çiqas hewl bidin ku pênûsa xwe bi aliyekî din ve bizivirînim, nikarim. Romana min a bi navê Efrîn Destan û Birîn di nav şer de dest pê bû. Di meha Nîsanê de jî bi dawî bû. Lê dîsa têrê nekir. Îcar min bi erebî romana Cirih El-Zeytûn ango Birîna Zeytûnê nivîsand. Wê jî têrê nekir. Piştre min helbesta dirêj a Efrîn Helbesta Bêdawî nivîsand. Bandora li ser min sivik nebû. Lê dîsa jî nikarim bibêjim ku li ser sînorên bajarê xwe penaber im. Ez bi mebesta qelandin û tunekirina şoreşê, ji aliyê dewleteke faşîst û terorîstan ve bi zorê ji bajarê xwe hatime derxistin”.

LI HEMBERÎ DAGÎRKIRINA EFRÎNÊ, PÊNÛSA KURDISTANÎ PÛÇ E!

Nivîskar, helbestvan û romannûsê Çiyayê Kurmênc Merwan Berekat di derbar kiryarên dagirkeriyê de, helwesta wêje û wêjevanên Kurdistanî bi tundî rexne dike û bi vê serpêhateyê gotina xwe bi dawî kir: “Dema min romana xwe Helbest û Birîn amade dikir, kalek dipirse; Çima ewqas gefûgur li ser Efrîn hene? Xwendevanek bersiv dide û dibêje; Efrîn Kurdistana mezin e! Çawa Kurdistana mezin e? Her gundek û her maleke Efrînê Kurdistana mezin e! Di her malek me de Aras, Hindirîn, Amed, Helebçe, Sîpan, Mehabad û Hewlêr hene. Ji lew re jî Efrîn nimûneya Kurdistana mezin e. Ta niha, li ser asta Kurdistanê, li hemberî tişta ku li Efrînê rû dide, mixabin pênûsa wêjevajê Kurd pûç e. Dibe ku hinek li vir û wir hebin, lê li gorî tê xwestin nehatiye dîtin. Ev jî cihê rexneyek giran e”.