Sîpan Şînda
Bihar e, demê vejînê, bihar e demê berx û mijandinê, bihar e demê konan û vegirtinê, bihar e demê xwe nû kirinê, bihar e demê çandinê, bihar e demê şîr dotinê, bihar e demê firû çêkirinê, bihar e demê cih guhertinê, bihar e, bihar e…
Bihar xeml û xêla xwezayê ye, bihar bîka çar dem sala ye, bihar vejîn e. Dema li ser welêt de tê, ne tenê rengê xwezayê tê guhertin, herweha giyanê dide jiyanê û civakê têxe di nava bizavê de. Çawa bihar giyanê xwezayê ji nû ve berdide li ser qalikê wê û hemî xweza ji xewa dirêj hişyar dibe, destpê dike û ji nû ve şax û perên xwe vedide, herweha xwînê berdide laşê civakê ji û civak ji dikeve di nava liv û bizavê de. Civak bi biharê dilxweş û geş dibe. Ew bi hatina biharê dikeve di nava keft û leftê de û dest bi xebatê dike. Dehl û rezan nû dike, bax û bexçan xweş dike, tovê debara jiyanê ji nû ve li axê dizeliqîne. Diçîne tovê ji sala par di quncikên tarî de hatîn hilanîn û bi hêviya fêkiyek û terekeyek nû, li benda wî tovî dimîne.
Belê, bihar ji bû civakê di heman demê tê wateya destpê kirina kar û xebatê ye. Ji bû debara jiyanê civak destpê dike û ji xwe re kedê dike. Kezax û çêkirina dehl û reza, çandina terekê karê civakê yê sereke ye di biharê de. Ew civaka ku zivistaneke reş û dirêj derbas kirî, êdî bi biharê re destpê dike ku wê tiraliya xwe ji ser xwe bavêje û êdî dikeve di nava kar û xebatê de. Ji bûna havîne ka xweş û têr fêkî û terayî derbas bike, destpê dike ku hemî cureyên fêkiyan û terekê biçîne. Jiber wê cotkirin, kolan, paqijkirina erdan ji bû civakê dibe karê sereke yê demsala nû. Koçer bi barebara berx û kehrên sala nû geş dibin, dikevin di nava keft û lefta cih û war guhertinê û amadekariya rêwingîtiya dirêj ya ber bi warên jînê, zozanên bilind û hênik dikin. Ew zozanên ku dûvê berxan gurover dikin, kepenê şivana li milê wan bar dikin, şiyarê bêrîvana tijî dikin.
Bihar dilê mirovî terr dike, giyanî berdide qalikê mirovî û xwînê li laşê mirovî digerîne. Ax bihar, ax bihara dila! Ma qet dibe ku bayê biharê li dilê mirovî nede. Ma qet dibe ku xeml û xêla biharê xwe neberde nava dilê mirovî û dilê mirovî ji xewa giran raneke, wî dilê jiber zivistana sar û bar tevizî û qurmiçî terr û geş neke. Ma qet dibe ku bihar evînê bi xwe re neyîne û bê evîn derbas bibe. Ewê çawa bê evîn derbas bibe? Erê bihar e, demê evînên dawiya wan ne diyar e. Bihar e demê bilbil e helbestan li ser gula dilê xwe bixwîne, bihar e bilbil strana xwe ji nû ve bêje. Bihar e demê geşt û seyranan, demê keyf û henekan, demê gera cih û warên nû. Bihar e demê helîna berfa çiyayên lûtke bilind, bihar e demê dan dera rêvas û qîvaran. Bihar e, xweş bihar e, dem dema dost û yar e. Bi hêviya hemî seht û gavên jiyana we weke bihara bi xeml û xêl xweş û geş derbas bibe.






