Sunday, June 7, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Kongreya Star hêviya jinan e

28/06/2018
in Uncategorized
A A
Kongreya Star hêviya jinan e
Share on FacebookShare on Twitter

Kongreya Star ji bo perwerdekirin û çareserkirina pirsgirêkên jinan xwedî roleke girîng e. Jinên Bakurê Sûriyê Kongreya Star ji bo xwe weke hêviyekê dibînin. Jinên Taxa Şêxmeqsûd a Helebê diyar kirin ku jinên xwe bi rêxistin kirine dikarin hemû pirsgirêkên xwe çareser bikin.

Piştî ku Kongreya Star di 19’ê Îlona 2015’an de li taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê hate damezirandin, gelek pirsgirêkên jinan çareser kirin. Her wiha gelek pirsgirêkên girêdayî civakê li gorî berjewendiya jinan çareser kirin. Keda endamên Kongreya Star û Navenda Weqfa Jinan berhemdar bû. Gelo Kongreya Star pirsgirêkên civak û jinan çawa çareser kirin?
Di encama rewşên şer li bajarê Helebê û ji ber kevneşopiya paşverûtî ya civakê ku li ser jinan hatibû ferzkirin, jinên taxa Şêxmeqsûd di rewşeke dijwar re derbas bûn. Kongreya Star karibû ji jinan re bibe palpişt û gelek pirsgirêkên wan ên civakî çareser kirin û piştgiriya pêşxistina hişmendiya jinan kir da ku karibin nakokî û pirsgirêkên xwe çareser bikin.
Welatiya bi navê Henîfe Elî (30) piştî ku hevserê wê mir bi her sê zarokên xwe re rastî pirsgirêkên civakî hat. Lê Henîfe di serdana xwe ya navenda Kongreya Star de çirûskeke hêviyê li pêşiya xwe dît.
Henîfe Elî got: “Piştî ku hevserê min mir, ji ber danûstandinên malbata min û malbata hevserê min, min demeke dijwar bi zarokên xwe re derbas kir. Her du aliyan ji min xwest ku ez careke din bizewicim, lê helwesta min cuda bû, min xwest ez bi zarokên xwe re bimînin.”
Henîfe Elî gelek caran bê çare dima û di encamê de berê xwe da navenda Kongreya Star û şêwira wan ji bo pirsgirêka xwe xwest. Endamên kongreyê jî xwest alîkariya wê di çareserkirina pirsgirêka wê de bikin û xaniyek ji Henîfe û zarokên wê re peyda kirin. Her wiha bi armanca ku bi rola xwe di civaka xwe de rabe di Komîna Şehîd Şîlan Kobanê de hate erkdarkirin.
Henîfe got ku bi alîkariya endamên Kongreya Star hêviyên wê mezintir bûn û rê li pêşiya şerpezebûna malbata xwe girt. Henîfe niha debara malbata xwe dike û her sê zarokên xwe xwedî dike.
Welatiya bi navê Ebîr Mehmîko ya 27 salî dayika zarokekê ye, piştî ku bav û hevserê wê mirin hêviyên wê di jiyanê de lawaz bûn û rastî gelek pirsgirêkên darayî hat. Ebîr diyar kir ku ew gelek caran neçar maye cilên xwe bifiroşe da ku pêdiviyên zarokên xwe peyda bike.
Ebîr ji bo pirsgirêka xwe çareser bike serdana Mala Jinan a taxa Şêxmeqsûd kir û beşdarî gelek perwerdeyên pêşxistina hişmendiyê bû. Piştî van perwerdeyan Ebîr diyar kir ku êdî ew dikare pirsgirêkên xwe bi xwe çareser bike û cihê xwe di rêveberiya Navenda Weqfa Jinan de girt.
Ebîr Mehmîko destnîşan kir ku jinên xwe bi rêxistin kirine dikarin hemû pirsgirêkên xwe çareser bikin û danûstandina rewşên dijwar bikin.
Çareserkirina pirsgirêkan girêdayî pêşxistina hişmendiyê û birêxistinbûnê ye
Endama Rêveberiya Navenda Weqfa Jinan a taxa Şêxmeqsûd Pêrîşan Reşîd diyar kir ku nêrîna civakê li hemberî jinan tenê di hebûna wê ya li rex mêran sînordar e. Ev rewş bi awayekî berfireh di civakê de belav bûye û bandoreke neyînî li jiyana jinan kiriye.
Pêrîşan da zanîn ku bê perwerde mayîna jinan û lawazbûna aboriya wê ya xweser sedema sereke ya pirsgirêkên wê di civakê de ye. Ji ber vê yekê divê aboriya xweser a jinan were pêşxistin û Kongreya Star bi armanca çareserkirina vê pirsgirêkê gelek proje pêşkêşî jinan kirin.
Pêrîşan di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Çareserkirina pirsgirêkan girêdayî pêşxistina hişmendiya jinan û birêxistinkirina wan e. Ji ber vê yekê em ê hewl bidin alîkariya jinan di hemû aliyan de bikin.”…ANHA

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
ROJEV

Rêber Apo Careke din Tekez kir ku Demokratîkbûn Pêwîstiyeke Jiyanî ye:

06/06/2026
Rêber Apo ji 24’emîn Civata Giştî ya KNK’ê re peyam şand
NÛÇE

Rêber Apo ji 24’emîn Civata Giştî ya KNK’ê re peyam şand

06/06/2026
Planên Barrak li Îraqê hene, divê partiyên Kurdî li Başûr çi bikin?
POLÎTÎKA

Planên Barrak li Îraqê hene, divê partiyên Kurdî li Başûr çi bikin?

06/06/2026
Li Amedê Nanê Gel tê amadekirin
CIVAK Û JIYAN

Li Amedê Nanê Gel tê amadekirin

06/06/2026
Serlêdana 2’yemîn Xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz dest pê kir
JIN

Serlêdana 2’yemîn Xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz dest pê kir

06/06/2026
Roja Cîhanî ya Jîngehê
Aborî û ekolojî

Roja Cîhanî ya Jîngehê

06/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.