Friday, July 24, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Hemû herêm wê ji çeteyan bê rizgarkirin

28/06/2018
in Uncategorized
A A
Hemû herêm wê ji çeteyan bê rizgarkirin
Share on FacebookShare on Twitter

Lîlwa Ebdullah diyar kir ku şervanên QSD`ê hemû gundewarên bajarê Hesekê ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin. Lîlwa destnîşan kir ku şervanên QSD`ê bi hevkariya artêşa Iraqê wê hemû herêmê ji çeteyan rizgar bikin.
Derbarê Qonaxa Dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê de Berdevka Pêngavê Lîlwa Ebdullah axivî û diyar kir ku Pêngav bi hemû leza xwe didome.
Lîlwa Ebdullah destnîşan kir ku şervanên QSD`ê piştî ku ji nûve dest bi hemleyê kirin, gelek navendên stratejîk û bajarokê El-Deşîşa ku navenda sereke ya çeteyan a li ser sînorê di navbera Sûriye û Iraqê de bû, rizgar kirin.
Di berdewama axaftina xwe de Ebdullah da zanîn ku rizgarkirina bajarokê El-Deşîşa tê wateya ku hemû gundewarên başûr û başûrê rojhilatê bajarê Hesekê ji çeteyan hatiye rizgarkirin. Her wiha rêya girêdana di navbera çeteyên DAIŞ`ê ya li Sûriye û Iraqê de bi temamî hate qutkirin.
Di çarçoveya hevkariya di navbera artêşa Iraqê û şervanên QSD`ê de Lîlwa Ebdullah destnîşan kir ku hevkariya wan didome heta ku hemû herêm bi temamî ji çeteyên DAIŞ`ê were rizgarkirin û ewlehiya li ser sînorê Sûriye-Iraqê were avakirin.
Lîlwa Ebdullah diyar kir ku hêzên rêjîmê gelek caran êrîşî nuqteyên ku ji çeteyan hatin rizgarkirin kir da ku pêşketinên şervanan asteng bikin lê ew yek bi bin ket. Ebdullah di berdewama axaftina xwe de diyar ku şervanên QSD`ê bi sedan sivîl ji herêmên di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ`ê de rizgar kirin û piştî ku herêm ji mayinan were paqijkirin, wê rê bidin ku sivîl vegerin malên xwe.
Berdevka Pêngava Bagera Cizîrê Lîlwa Ebdullah diyar kir ku şervanên YPJ`ê roleke pir xurt di hemleya Bagera Cizîrê de lîst û bi sedan jinên Ereb ji zilm û zora çeteyan rizgar kirin.”…ANHA

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin
JIN

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin

24/07/2026
Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.