Friday, July 24, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Li ser xeta Zîlan em ê jinan azad bikin

28/06/2018
in Uncategorized
A A
Li ser xeta Zîlan em ê jinan azad bikin
Share on FacebookShare on Twitter

Li gundê Borik yê girêdayi Şengalê ji bo bîranîna şehadeta Şehîd Zîlan , ji aliyê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî TAJÊ ve civînek hat lidarxistin. Di civînê de sînevîzyon hat temaşekirin û li ser navê TAJÊ axaftin hatin kirin.
Li dijî êrîşên li ser Gelê kurd, Şehîd Zîlan ya bi nasnav Zeynep Kinaci di 30’ê Hezîrana 1996’an de çalakiyek fedaî pêk anî û jiyana xwe ji dest da. Ji bo bîranîna Şehadeta Zeynep Kinacî li gundê Borik civînek hat li darxistin. Di civînê de li ser navê Tevgera Azadiya Jinên Ezidî TAJÊ Şînda Şengal axaftin kir.
Şînda Şengal di destpêka axaftina xwe de wiha got: “ Zîlan bi çalakiya xwe ya fedaî bû sembola azadiyê. Bi cesaretake mezin bi vîneke xurt li dijî hêzên komploger çalakiyek fedaî pêk anî. Zîlan bi vê çalakiya xwe hêvî da hemû gelên bindest ku li dijî dagirkariyê rabin ser piyan. Çalakiya Zîlanê derbeyak mezin li dijî dagirkeriya Tirk bû. Zîlan bi vê çalakiya xwe peyam da hemû neyarên gelê kurd, yên ku êrîşî îradeya me ya azad û bîr û baweriyê me bike. Şehîd Zîlan, kesyata Rêber Apo îredeya gel didît. Yê ku bi rastî bixweze li ser axa xwe bi vîn û îredeya xwe azad bijî pêwîst e xeta Zîlan ji xwe re mînak bigre.”
Şînda Şengal bal kişand ser îradeya gelan bi taybatî jî ya jinan û wiha got, “Îradeya gelê me fikir û ramanê Rêber Apo ye. Bi rastî ji pêwîst e em di xeta Zîlanan de xwedî li Rêberê xwe derkevin. Serokê me îradeya me ye. Bi fikra Rêber Apo em dikarin azad li ser axa xwe bijîn. Ya ku Gelê Kurd civaka Êzidî bi cîhanê da naskirin fikra Rêbertî bu. Em jî weke gelên Êzidî ger ku bi rastî em dixwazin li ser bîr û baweriya xwe azad bijîn pêwîst e em xwe di her milî de bi rêxstin bikin. Bi taybatî jî jinên Êzidî pêwîst e li ser xeta Zîlanê bibin xwedî îrade.”
Şînda Şengal gotina xwe weha bi dawî kir; “Çawa Şehîd Zîlan ji bo me bû sembola azadiyê, em ê jî di vê riyê de berdewam bikin û tevahiya jinan azad bikin.”…JINNEWS

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin
JIN

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin

24/07/2026
Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.