Sunday, June 7, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Dengê Hesen Zîrek hê jî zindî ye

28/06/2018
in Uncategorized
A A
Dengê Hesen Zîrek hê jî zindî ye
Share on FacebookShare on Twitter

Hunermendê Kurd yê bi nav û deng Hesen Zîrek di 46’emîn salvegera wefata xwe de tê bibîranîn. Hunermend Hesen Zîrek yek ji hunermendên nav û deng yên gelê Kurd e. Tevî ku 46 sal li ser wefata wî re derbas bûn, lê dengê wî yê xweş hîn jî di guh û mejiyê gelê Kurd de ye.

Hunermendê navdar Hesen Zîrek, di 46’emîn salvegera koça xwe ya dawî de, hîn jî di mejî û dilê gelê Kurd cihê xwe diparêz e, zindî ye.
Hunermendê navdar Hesen Zîrek ku di 26’ê Hezîrana sala 1972’yan de jiyana xwe ji dest da, tê bibîranîn. Di ser koça dawî ya hunermend Zîrek re 46 sal derbas bûn, lê dengê wî yê xweş hîn jî di guh û mejiyê gelê Kurd de ye.
Hunermend Hesen Zîrek yek ji hunermendên nav û deng yên gelê Kurd e. Di 29’ê Mijdara sala 1912’an li gundê Hermêle yê girêdayî bajarê Bokan ê Rojhilatê Kurdistanê jidayîk bûye.
Hunermendê nemir Hesen Zîrek ku li dû xwe gelek stran ji bo pêşxistina huner û muzîka kurdî hiştine ev bû 46 sal ku koça xwe ya dawîn kiriye Zîrek heta dawiya emrê xwe ji bo muzîka kurdî xebitiye
Her di ciwaniya xwe de wekî stranbêjekî dest bi gotina stranan kiriye, lê belê ji ber mirina bavê xwe mecbûr dimîne ku bar û piştiyê malbata xwe ango debara malbata xwe bide sermilên xwe û dev ji stranbêjiyê berdide.
Ji bo kar û xebatê li gelek bajar û navçeyên Kurdistanê digere ku li ku derê mabe di demek kin de nav û dengê wî belav bûye. Her çend nêrîn û dîtinên cuda li ser jiyana wî hene jî mirov dikare bi vî awayî kurteyekê ji jiyana wî pêşkeş bike; Hesen Zîrek di 12 saliya xwe de ji Bokanê derdikeve û diçe bajarê Seqizê.
Di 15 saliya xwe de dîsa vedigere Bokanê, lê pir li wir namîne û ji bo karekî peyde bike diçe bajarên Tewrêz û Tehranê. Piştre jî diçe başûrê Kurdistanê û li bajarê Silêmaniyê li taxa Dergezên bi cih û war dibe. Her wiha demekê jî dibe mêvanê Kerkûkê û di dawiyê de di sala 1953’yan de diçe Radyoya Bexdayê ya Kurdî û bi dehan stranên kevnar ên kurdî ligel Orkestraya Radyoya Bexdayê qeyd dike.
Di 14’ê tebaxa 1959’an de li ser daxwaza Radyoya Kurdî ya Tehranê vedigere Îranê û ligel orkestrayên cur bi cur li Tehranê kar û xebatên muzîka kurdî dike. Her wiha carinan li Radyoya Tewrêzê li Azerbeycanê stran gotine. Dûre di sala 1960’î de diçe Kirmaşanê û piraniya karên xwe yên hunerî ligel Orkestraya Radyoya Kirmaşanê bi rêberiya hunermendê mezin ê kurd Mucteba Mîrzade qeyd dike ku nav û dengê hunera Hesen Zîrek zêdetir belav dibe, lewre ew stranên ku li wir kom kirine wekî şakarên hunera wî têne zanîn.
Hesen Zîrek piraniya stranên xwe bi zaravayê kurmanciya jêrîn ango soranî gotine, lê carinan bi zaravayên din ên zimanê kurdî jî gotine. Her wiha bi zimanê farisî û tirkî jî stran gotine û heta radeyekê zimanê erebî jî zanibûye.
Hesen Zîrek 24’ê hezîrana 1972’yan (Di hin çavkaniyan de weke 26’ê di hinan de jî weke 28’ê hezîranê derbas dibe) de di 51 saliya xwe da li bajarê Bokanê xatir ji meriv û dilxwazên xwe dixwaze û diçe ser dilovaniya xwe. Ew li dû xwe arşîveke hunerî ji bo neteweya xwe û cîhanê dihêle ku bûye çavkaniyeke dewlemend bo hunera xwerû û resen a kurdî. Hesen Zîrek yek ji stranbêjê herî xebatkar ê kurdan e ku bi sedan stran li radyo û televîzyonan xistine bin qeydê.
Niha piraniya berhemên wî di arşîvên enstîtuyên kurdî û yên ereb û farisan de de hatine parastin. Em ji wan enstîtuyan bi hêvîne ku di demên pêş de ew wekî rêzealbumên Hesen Zîrek bên amadekirin. Di albûma wî ya yekem a bi navê Ser Kanî de komek ji stranên wî yên ku dema li Radyoya Bexdayê û li Radyoya Tehran û Kirmaşanê hatine komkirin cih digirin. Gelek stranên Zîrek jî yên wekî ‘Ey Niştiman’ û ‘Yela Şofêr’ ji aliyê ‘hunermendên tirk’ ve hatine dizîn û ‘Ey Niştiman’ wekî ‘Ankaranin Taşina Bak’ û ‘Yela Şofêr’ jî wekî ‘Yallah Şofor’ hatine wergerandin…

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
ROJEV

Rêber Apo Careke din Tekez kir ku Demokratîkbûn Pêwîstiyeke Jiyanî ye:

06/06/2026
Rêber Apo ji 24’emîn Civata Giştî ya KNK’ê re peyam şand
NÛÇE

Rêber Apo ji 24’emîn Civata Giştî ya KNK’ê re peyam şand

06/06/2026
Planên Barrak li Îraqê hene, divê partiyên Kurdî li Başûr çi bikin?
POLÎTÎKA

Planên Barrak li Îraqê hene, divê partiyên Kurdî li Başûr çi bikin?

06/06/2026
Li Amedê Nanê Gel tê amadekirin
CIVAK Û JIYAN

Li Amedê Nanê Gel tê amadekirin

06/06/2026
Serlêdana 2’yemîn Xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz dest pê kir
JIN

Serlêdana 2’yemîn Xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz dest pê kir

06/06/2026
Roja Cîhanî ya Jîngehê
Aborî û ekolojî

Roja Cîhanî ya Jîngehê

06/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.