Friday, July 24, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Morêka Êşê

28/06/2018
in Uncategorized
A A
Morêka Êşê
Share on FacebookShare on Twitter

Yekîtiya Rewşenbîrên Efrînê bi destekdayîna her du Rêveberiyên Şehba û Efrîn û bi sponseriya lojistîk a Ajansa Rûmaf li Kantona Şehbayê projeya Moreka Êşê dest pê kir. Zarokên Efrînê yên ku bûne mexdûrê zilm û dagirkeriyê, bi vê projeyê wê nameya xwe bigihînin zarokên cîhanê û rastiya hov a dagirkeriya Tirk raberî dunyayê bikin.
Nûrî Ednan Rêveberê Ajansa Rûmaf li Kantona Şehbayê derbarê vê projeyê “Depoya Hunerî” de dibêje: Piştî ku dewleta Tirk Kantona Efrînê dagir kir, gel berê xwe da Kantona Şehbayê. Di vê pêvajoya dagirkeriyê de gelek destdirêjî li ser gelê me yê li Efrînê maye çêbû. Em jî weke rojnamevan xwedî erka ragihandina rastiyê ne.

GELÊ EFRÎNÊ GELEKÎ QEHREMAN E

Ednan dewam dike: Dunya hemû dizane ku şervanên gelê Efrînê xwedî rola sereke di têkbirina çeteyên DAIŞ de ne. Ji ber vê gelê Efrînê gelekî gewre û qehreman e. Weke ragihandina Şehbayê me xwest perelelî roja hilbijartinan li Tirkiyê, bi destê zarokên Efrînê rastiya faşîzma li Tirkiyê bi cîhana azad re parve bikin.
Ednan dibêje: Çirûska projeyê ji hizirîna hevalên Yekîtiya Rewşenbîrên Efrînê ye. Bi sponseriya me û alîkariya herdu Rêveberiyên Şehba û Efrînê ev proje pêk tê. Armanac ew e ku zarokên Efrînê bi tiliyên xwe êşa dagirkeriyê û rûyê bi rûmet a Berxwedana Serdemê li ser xaseke spî bihunin û nîgar bikin.

ZAROK DANGÊ XWE XÊZ DIKIN

Derbarê qonxên projeyê de Ednan ev tişt anî ziman: Weke destpêk zarokên kampa Berxwedan bûn. Piştre jî wê zarokên kampa Serdem mohra xwe li vê “entîkeya hunerî” bixin. Piştî wê em ê li hemû deverên Şehbayê ku zarokên Efrînê lê dimînin bigerin. Ew jî dê dengê xwe li ser vê xasê nîgar bikin. Piştî ku ev proje bidawî bibe em ê hewl bidin ku ev resma bi destê zarokên Efrînê hatiye nîgarkirin li hemû pêşengehên dunyayê bê pêşandan.
Dawiyê de Nûrî Ednan ev tişt li gotinên xwe zêde kir: Bi riya vê projeya hunerî em hevî dikin dengê zarokên Efrînê bi tiliyên wan bigihêje hemû cîhana azad û demokrat. Bila cîhan asta tede û destdirêjiya dagirkeriya Tirk li ser gel û zarokên Efrînê nas bike ka hovîtiyeke çawa li ser Efrînê hatiye pêşxistin.

GULÊN ME HER ZINDÎ NE

Yek ji nîgargiran zaroka bi navê Viyan Hemdî ya ji gundê Mîrkan bû. Viyan dibêje ku hîna ew gula di hewşa wan de ji bîr nekiriye. Bi kedekî mezin xwedî kiriye. Ji ber vê jî wê gulê diresimîne. Viyan dewam dike û dibêje: Gelek bîranînên min bi gulan re hene. Ez ji gulan hez dikim. Lê dijminê hov gulên me jî pelçiqandin. Ji bo ku gula min her zindî bimîne li ser vê xasê nîgar dikin. Viyan dawiyê de hêviyên xwe bi van gotinan dibêje: Hêviya min ew e ku rojekê berê vegerim Efrînê û gula xwe ji nû ve zindî bikin.
Hêjayî gotinê ye ku hemû zarokên kampa Berxwedan ên tevlî vê projeya hunerî bûne bîranîn, çiya, pez, mal, deşt, newal û qonaxên berxwedaniya ku şahîdiya wê kirine li ser vê xasa bi qasî dilên wan spî, hunandin û bi îradeyeke mezin xwestin name û rastiya çors a dagirkeriya Tirk bigihînin zarokên cîhanê.

Idrîs HENAN

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin
JIN

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin

24/07/2026
Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.