Friday, July 24, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Koçberî li pêş hunerê astengî nîne

28/06/2018
in Uncategorized
A A
Koçberî li pêş hunerê astengî nîne
Share on FacebookShare on Twitter

Mihemed Hesen ku di bin germa havînê û di konên koçberan de taployan çê dike diyar kir ku derfet jê re peyda bibe wê pêşengehekê li dar bixe û tê de tabloyên xwe pêşkêş bike.
Şêwekarê koçber yê bi navê Mihemed El-Hesen ku di kampa Eyn Îsa de bi cih bûye diyar dike ku wî di nexşekirina tabloyê de rengên hêviyê bi kar anîne û wiha dibêje: “Ez li vir im û hê jî li ber xwe didim.”
Di kampa Eyn Îsa ya koçberan de welatiyên ji seranserî herêmên Sûriyê hatine bicihkirin. Di nava van koçberan de gelek kesên afirîner jî hene. Ev afirînerî jî di bin konê koçberiyê de di nava êş û azaran de hatine veşartin.
Di bin koneke koçberiyê de şêwekar Mihemed Hesen tabloyên xwe nexşe dike.
Şêwekar Mihemed El-Hesen ji welatiyên bajarê Reqayê ye û 46 salî ye. Mihemed El-Hesen beriya ku çeteyên DAIŞ’ê Reqayê dagir bikin xebatên xwe yên şêwekarî û muzîkê dida meşandin. Piştî dagirkeriya çeteyên DAIŞ’ê ew neçar ma dest ji şêwekariya xwe berde. Çeteyên DAIŞ’ê dema ku bi ser mala Mihemed El-Hesen de girtin, hemû tabloyên wî û mala wî jî şewitandin.
Mihemed El-Hesen ji ber hovîtiya çeteyan neçar ma koçberî herêma Eyn Îsa bibe û di kampê de bi cih bibe. Di kampê de careke din dest bi xebatên xwe yên şêwekariyê kir û nexwest dest ji xewn û hêviyên xwe berde. El-Hesen niha di tabloyên xwe de serpêhatiya herêmê bi rengên hêviyê vedibêje. Her wiha rewşa koçberên di kampê de jî di tabloyên xwe de nexşe dike.
Şêwekar Mihemed El-Hesen di tabloyên xwe yên rengîn de diyar dike ku tevî hemû serpêhatiyên xwe hê jî li ber xwe dide.
Mihemed El-Hesen girêdayî mijarê wiha got: “Ez aramiya xwe di şêwekariyê de dibînim, ez hemû dema xwe di nexşekirina tabloyan de diqedînim. Ez di her tabloyeke xwe de peyamekê ji derdora xwe re dişînim.”El Hesen li ser rewşa xwe jî wiha dibêje: “Li vir di kampa koçberiyê de êş û zordarî kom dibin. Koçber li ser alîkariyên rêxistinan dijîn. Lê hêviya me ya vegera bajarê me piştî ku hate rizgarkirin mezin bûye.”El-Hesen behsa daxwazên xwe kir û got: “Xewn û daxwazên min hene û tu kes nikare têk bişkîne.” El-Hesen da zanîn ku hêviya wî ya vegerê gelekî mezin e û diyar kir ku eger derfet jê re peyda bibe dê pêşangehekê li dar bixe û tê de tabloyên xwe pêşkêş bike.
El-Hesen di dema niha de nikare vegere bajarê xwe ji ber ku çeteyên DAIŞ’ê giştî mala wî şewitandine û lêçûnên sererastkirina malê bi wî re tune ye. Mihemed El-Hesen dîsa jî hêviyên wî mezin in da ku vegere bajarê xwe û jiyana xwe ji nû ve geş bike.Şêwekar Mihemed El-Hesen yek ji kesên afirîner di kampê de ye. Li rex şêwekariya xwe her wiha helbestan jî dinivîse…ANHA

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin
JIN

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin

24/07/2026
Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.